Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gelek bajaran serdegirtina malan û desteserkirina siyasetmedaran a ji ber lêpirsîna Kobaniyê hatine protestokirin. Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji ber bûyerên Kobaniyê lêpirsînek dabû destpêkirin.
Amed
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê. rêxistina Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê biryara desteserkirinan de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolûyê civîneke çapemeniyê pêk aniye.
Parlamenterên HDPyê yên Amedê Dersim Dag û Îmam Taşçier, tevlî hevserokhen bajêr ên HDPyê û rêveberhen Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî civînê bûne. Dersim Dag axiviye û gotiye:
"Kesên ku binketina DAIŞê ya li Kobaniyê daxwarine, tola vê ji gelê kurd distînin. Kobanî rewatirîn têkoşîna gelê kurd e û dixwazin vê krîmînalîze bikin. Çawa ku DAIŞ li Kobaniyê têk çû wê AKP jî li Amedê têk biçe. Qesra AKPyê wê wêran bibe. Kesên dixwazin gelê kurd çongê deyne wê ew bi xwe çongê deynin. Gelê kurd wê çongê ji van lîstikan re daneyne. Newroza Amedê ya 2022yê mezintirîn mînaka vê ye."
Mêrdîn
Rêxistina Mêrdînê ya HDPyê li ber avahiya partiyê civîneke çapemeniyê pêk aniye. Hevseroka bajêr Perîhan Agaoglûyê diyar kiriye ku ji ber têkoşîna siyaseta demokratîk a HDPyê, zilmê lê dikin.
Hevserokê din ê HDPya Mêrdînê, Salîh Kûdayî jî gotiye ku çi gava desthilata AKP û MHPyê xitimiye operasyon li dijî HDPyê bûye.
Riha
Rêxistina Rihayê ya HDPyê jî li ber avahiya xwe ya bajêr civîneke çapemeniyê li dar xistiye. Parlamenterên HDPyê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, endamên Meclhisa Dayikên Aştiyên yên Rihayhe û gelek endamên partiyê beşdar bûne.