Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtîye, têkildarî êrîşa ku li Mêrsînê peyamek belav kiriye. Di êrişê de polîsek miribû.
Demîrtaş di peyama xwe ya li ser Twitterê parve kiriye de êrîş şermezar kiriye û gotiye, “Berpirsiyariya siyasete ewe ku li dijî tûndkariyê israrkirina çareseriyê ye . Rawestandina mirinan e. Em ê li dijî her cure tundkariyê derkevin û em ê di siyaseta demokratîk de israr bikin. Ez dixwazim ev yek ji aliyê her kesî ve bi zelalî bê zanîn.”
Daxuyaniya HDPê
Piştî Demîrtaşî HDPê jî têkildarî bûyerê daxûyanî daye. Di daxuyaniya ku îmzeya Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li bine de weha hatiye gotin:
“Em êrîşa ku li Mêrsînê pêk hatiye şermezar dikin û tekezî li ser pêwîstiya ronîkirina xalên di tariyê de mane dikin.
“Em weke HDP em ê li dijî tûndkariyê siyaseta demokratîk bi israr biparêzin û helwesta xwe ya ji bo pêkanîna vê bidomîne”
Êrîşa li Mêrsînê
Duh êvarê li Mêrsînê li dijî mala polîsan êrîşek pêk hatiye û di encamê de polîsê bi navê Sedat Gezer miribû û polîsek jî birîndar bûbû.
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu piştî êrişê çûye Mêrsînê û li wir daxûyanî daye. Di daxuyanîyê de destnîşan kiriye ku PKKê ew çalakî li dar xistiye.
Wezareta Navxweyî jî danê sibehê daxuyaniyeke nivîskî daye û ragihandiye ku ji 2 kesên ku êrîş pêk anîne yek jê nasnameya wê diyar bûye û navê wê kesê Dilşah Ercan e.
(HA/AY)