HDP wê ji Colemêrg û Edîrneyê ber bi Enqereyê ve bimeşe

Fotograf: AA - Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî ku parlamenteriya Leyla Guven, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê û Mûras Farîsogullari, Parlamenterê HDPyê yê Amedê hate betalkirin, HDPyê biryar daye çalakiyeke bi navê “Meşa Demokrasiyê ya Li Dijî Derbeyê” pêk bîne.
Çalakî wê 15ê Hezîranê ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê bike. Çavlirêye k udi 20ê Hezîranê de li Enqereyê bidawî bibe.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê meş wê ji du cihan bê destpêkirin. Li Stenbol, Wan, Amed û Edeneyê pêşwaziyên girseyê pêk werin û daxuyanî werin dayîn.
HDPyê di 1ê Hezîranê de stratejiya xwe ya nû aşkere kiribû û gotibû ku ew ê “xebatên xwe li kolanan berdewam bikin”. Her weha HDP wê ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî jî hin bernameyan pêk bîne. (EKN/FD)