Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 1ê Çiriya Paşiyê Roja Kobaniyê ya Cîhanî peyameke nivîskî weşandiye.
Daxuyanî bi navê Lijneya Rêvebir a Navendî hatiye weşanind û tê de hatiye gotin ku "Li dijî DAIŞê li Kobaniyê 133 rojan berxwedaneke mezin hat dayîn, Kobanî hat rizgarkirin. Berxwedana li dijî DAIŞê, serkeftina ku hate bidestxistin, serfiraziya gelan, jinan, baweriyan bû, nirxên hevpar ên mirovahiyê bû. Çirûska berxwedana Kobaniyê îro bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilata Navîn û li cîhanê deng vedide û bûye dirûşma azadiyê."
Di sala 2014ê de Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Yekîtiye Ewropayê (EUTCC) û Înîsiyatîfa Peace Campingê, li dijî DAIŞê banga "Seferberiya kurewî ya ji bo Kobanî û mirovatiyê" kiribûn û 1ê Çiriya Paşiyê weke "Roja Kobaniyê ya Cîhanî" ragihandibûn.
"Çirûska berxwedana Kobaniyê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî deng vedide"
HDPyê di daxuyaniya xwe de cih daye van gotinan:
"Di sedsala 21emîn de DAIŞê bi alîkarî û piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî, li dijî gelên herêmê hovîtiyeke mezin û komkujiyên giran pêk anî. Xwestin ku bi destê DAIŞê hêviya gelan, xeyalên azadiyê yên gelan bifetisînin, tune bikin. Lê 8 sal berê li Kobaniyê li dijî DAIŞê berxwedaneke bêhempa û sefiraziyeke mezin hate bidestxistin. Ew berxwedan veçirandina kirasiyê koletiyê bû. Di serî de gelê Kurd û dostên gelê Kurd, bi wê berxwedan, têkoşîn û serfiraziyê, pêşengiya sedsala azadiyê ya nû dikin.
"Li dijî DAIŞê li Kobaniyê 133 rojan berxwedaneke mezin hat dayîn, Kobanî hat rizgarkirin. Berxwedana li dijî DAIŞê, serkeftina ku hate bidestxistin, serfiraziya gelan, jinan, baweriyan bû, nirxên hevpar ên mirovahiyê bû. Çirûska berxwedana Kobaniyê îro bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilata Navîn û li cîhanê deng vedide û bûye dirûşma azadiyê.
"Ji ber wê yekê gelên cîhanê mil dan û xwedî li berxwedana Kobaniyê derketin û hemû îmkan seferber kirin. Gelên cîhanê, nivîskar, rewşenbîr, xelatgirên Nobelê û rêxistinên civaka sivîl, 1ê Mijdara 2014an wek Roja Piştgiriya bi Kobaniyê re ragihandin. Ruhê Kobaniyê bû ruhê azadiyê li her aliyê cîhanê û hêviyeke mezin da gelan.
"Lê ji wê rojê heta niha hem hêzên navneteweyî hem jî hêzên herêmî, her tim dijminahiya serfiraziya Kobaniyê kirin. Di ser re 8 sal derbas bûn lê hêzên tarî û çeteyên wek DAIŞê îro li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê ne. Gef û êriş û zordariya DAIŞê îro jî berdewam dike li wir. Gelên Îranê û jinên Îranê îro jî rastî êrişên wek DAIŞê tên. Li Tirkiyeyê dixwazin bi Doza Kobaniyê, partiya me bigirin.
"Di 8emîn salvegera wê de em Roja Kobaniyê ya Cîhanê pîroz dikin. Em ruhê azadiyê yê ku DAIŞ têk bir û piştevanî û piştgiriya navneteweyî ya li dor Kobaniyê bûbû xelek silav dikin. Li dijî hemû êrişan, dirûşma ku îro bi Jin, Jiyan, Azadî li her derê deng vedide, berdewama ruhê Kobaniyê ye. Ew ruh hêviya azadiyê ye û dê azadiyê bîne."
(TY/FD)