Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rapora xwe ya bi navê “Xespkirina Îradeyê hu Rastiyên Kayûman” aşkere kiriye.
Hevberdevkên Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk Hediye Karaaslan û Salim Kaplan û Parlamenter Mehmet Ruştu Tiryakî ji bo raporê aşkere bikin li Navenda Giştî ya HDPyê civîneke çapemeniyê li dar xistine.
Salîm Kaplan derbarê rapora ku bi kurdî, tirkî û ingilîzî amade kirine de wiha gotiye:
“Dema em li dîroka 18 salan a desthilatdariya AKPê dinêrin em dibînin qada herî serkeftî ew e ku heqîqetê wek derew û derewan jî wek heqîqet pênase dike û mixabin bi şiklekî civakê jî qane dike. Ji 11ê Îlona 2016an û vir ve li ser polîtîkayên qeyûmên qirêj nerazîbûneke gelek mezin hem di nav raya giştî de hem jî li qada navneteweyî de derxistiye holê. Vê nerazîbûna civaka giştî alozî û qeyranek xistiye dilê AKPê. Û ji ber vê yekê jî bi keleceneke gelek mezin lijneyek nû li ser derewan amede kirine.Jixwe dîroka wan dîroka derewan e. Ka em binêrin rastiya qeyûman çi ye, hiqûq û bêhiqûqiya qeyûman çi ye. Di 16ê Tîrmeha 2016an de desthilata AKPê rewşa awarte yanê OHAL îlan kiribû.
“Îktidarê komara Tirkiyeyê guherand kire komara KHKyan”
“Dema ku AKPê rewşa awarte yanê OHAL îlan kir hem destûra bingehîn yanê Makezagon binpê kirin û hem jî hemû zagonên vî welatî binpê kirin… Êdî rêk û pêkçûnên vî welatî li ser biryarnameya hikmên zagonî yanê KHKyan meşandin. Wan ev rejîm kirin rejîma KHKya, Komara Tirkiyeyê navê xwe guherand navê xwe êdî kiriye Komara KHKyan. Yek ji van KHKyan jî KHKya bi hejmara 674an bû ku wê demê destûr dida Serokomar ku ew bikare li şûna şarederan qeyûman tayîn bike. Dîsa zagona 5393yan a şaredariyan bi xala 45emîn guherandinek çêkirin. Êdî hêz destûr dan Wezîrê Karê Hundirîn ku bikaribe li şûna şaredaran qeyûman tayîn bike. Jixwe KHK bi xwe bêhiqûqî ye. Çima bêhiqûqî ye belkî em bikarin li ser sê xalan hinekî vekin.
“Dadgerî di destê AKPyê de wekî şûrekî li ser serê muxalîfan tê li bakirin”
“Desteya Destûra Bingehîn ya Dadgeha Bilind lêpirsînên li ser KHK’ê qebûl nekirin, jixwe bêhiqûqîya KHKyan ji vir dest pê kir. Ya duyemîn KHK nehat parlamentoya Tirkiyeyê. Ev bi xwe dide nîşankirin ku wan KHK li şûna zagonan damezirandine. Ya herî giring ku gelek caran li vî welatî hat şirovekirin, KHK divê bi şertên rewşa awarte ve girêdayî be. Lê mixabin Desthilata AKP-MHPyê êdî temamê jiyanê li ser milê KHKyan dimeşîne. Dema ku KHK bêhiqûqî bin jixwe encamên KHK jî bêhiqûqî ne û valahî dê derkevin. Di sala 2016an de 92 şaredarî îro jî 48 şarederî bi destê AKPê hatin xespkirin. Baş e Wezîrê Karê Hundirîn derbarê vê yekê de çi dibêje: Du tiştan dibêjin. Ya yekemîn dibêjin şarederê HDPê bi rêxistinên terorê re têkildar bûn û ji ber vê yekê ev qas sal ceza li wan hat birrîn. Lê belê em dizanin jixwe êdî dad edalet di destê desthilatdariya AKP-MHPê de weke amûrekî û şûrekî tê bikaranîn ku bikaribin serê muxalîfan şer jê bikin.
“Desthilatdariya AKPê ji nirxên mirovahiyê û gel dûr ketiye”
“Sûcdariyên ku şarederiyên HDPê kirine çi ne: 650 sal ceza dan hevşaredaran, sedema vê çi ye? Hevşeradera Pirsûsê birêz Hatice Çevîk beşdarê newrozê bûye, wenê girtiye, li pişt wî kesek xemla kesk û sor û zer li xwe kiriye. Ew jî ketiye nav vî wêneyî. Ev wêne bûye sedema sûcdariya hevşedera me, hem bûye sedema girtina wê û hem jî bûye sedem ku li şûna wê qeyûm bê tayînkirin. Sûcê wan ê gelek mezin ev e. Hevşarederê Colemêrgê Birêz Cihan Karaman çi kiriye? Kurê wî di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye jê re bûye sûc ku tev li merasima cenazeyê kurê xwe bûye. Dozgeran li ser vê yekê doz vekiriye. Kesên ku sersaxî dane wekî endamê rêxistinê pênase kirine. 8 mehan ew hate girtin. Em jî vê pirsê dikin, gelo li ser rûyê cîhanê tu bav heye ku kurê wî jiyana xwe ji dest dabe sersaxiyê gel, dost û hevalên xwe qebûl nekiribe. Desthilatdariya AKPê evqasî ji nirxên mirovahiyê û gel dûr ketine.
“Sûcdariyeke din alîkariya xizanan e”
“Sûcên din çi ne em binêrin, dibe ku hûn pê bikenin. Ji hevşaredara me ya Elbakê re dozger wiha dibêje; ‘şaredar ji malbateke xizan re, ji ber ku xaringeha wan tuneye, xwaringeh ava kiriye û li ser vê yekê jî propagandaya rêxistinê kiriye’. Di meha remezanê de ji ber ku li welatê me xizan gelek in, koliyên alîkariyê hatine belavkirin ev bûye sûcêkî ji hevşarederên me re. Tiştekî ecêbtir, ji hevşeraderê me re gotine dema ku bûne namzetên hevşeredariya HDPê danîsîna bernamzeta hatiye kirin û tu jî çuye te li wir xwe daye nasandin. Kesê ku bûye namzet gotine ji te re suçe tu xwe bidî nasandin, ku tu pesnê xwe bidî û polîtikayên xwe bi raya giştî re parve bike. Bêhiqûqiya qeyûmên AKPê ya li dijî HDPê bi vî rengî ye.
“Em bang li rêyedarên Wezaretiya Karê Hundir dikin”
“Qeyûman di hundirê 4-5 salan de tahrîbatên gelek mezin hiştin li pey xwe. Di lijneya wezeratiya karê hûndir ku amedekiriye binhêrin wiha dibêje. Dibêje deynê ku şarederiyên HDPê mane, 6,4 milyar e. Em jî di rapora xwe de bersiva vê yekê didin. Em îdia dikin him Wezîrê Karê Hundirîn dikare were an jî dikare hin brokratên xwe bişîne. Bi kîjan kesan bawer e bila werin em bi hev re derkevin pêşiya raya giştî em vê nîqaşê li ber raya giştî ya Tirkiyeyê bi hev re bimeşînin.
“Himamên bûhayên wan bi milyonan avakirin û bi tonan qedayîf xwarin”
“Sal 2016 piştê 11 îlonê dema qeyûm hatin ser şarederiya 24 şarederî tenê deynê wan ê heyî 780 mîlyon e. Piştî 2,5’an û 31ê Adarê dema ku ev der bû destkeftiyên HDPê wê demê 5,6 mîlyar deyn hebû. Himamên ku milyonan hatin avakirin bi tonan qedeyifan xwaribûn, diyariyê ku dabûn wezîran me gelek caran me parve kiribû. Minakekî gelek balkêş em dixwazin bidin. Yek ji wan ya Şarederiya Bajarê Mezin ya Amedê ye. 2016 dema qeyûm tê dema qeyûm tê deynê 80 milyon e. Piştî 30 mehan dema me bi hêza gelan wê derê stand êdî nêzika milyarek 30 milyon deyne wi heye. Di nav 4 mehan de gelek kar û xebatên geyra hatin kirin li gel vê yekê 90 milyon deyn hatiye dayîn.
“Qeyûm neyartiya gelê Kurd, ziman û çanda gelê Kurd e”
“Mînakeke balkêş mînaka şarederiya Gewerê ye. Dema ji aliyê qeyûman hatiye xespkirin 4.5 mîlyon pereyê şaredariyê hebû. Piştî 30 mehî dema em ew der bi dest xistibû 680 milyon deynê şaredariyê hebû. Di 17 salan de nikare deynê xwe bide. Pergaleke diziyê wêrankirinê, talankirinê bi destê qeyûmên AKP li ser şarederiyê HDPê hatiye meşandin. Bi vê tenê maye. Dema em li angaştên Wezareta Karê Hundir dinêrin dibêjin xizmetên gelek bêhempa û gewre ji bo gelê heremê em dikin. Lê heqîqet ew e ku qeyûm neyarê gelê kurd e, neyartiya zimanê gelê kurd çanda gelê kurd kirine. Du sê mînakan em dikarin bidin. Qeyûmê Batmanê xebata xwe ya yekem li ser girtina malpera kurdî pêk anî. Qeyûmê Sêrtê xebata xwe ya yekem li ser hilweşandina pirtûkxaneya Celadet Alî Bedirxan pêk anî. Qeyûmê Ercîşê pirtûkxaneya gerok ku bi maşîneyekê tax bi tax gund bi gund pirtûk digihandin ku welatiyên Ercişiyan, ji ber ku wêneyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran li ser bû ew wêne rakirin ew xebat sekinandin.
“Roja ku me şarederî stendin wan jî amadekariya xespkirina şarederiyan dikir”
"Bi van tenê nema, mixabin li Bazîdê peykerê Ahmedê Xanî, li Amedê peykerê Roboksiyê li Nisêbînê peykerê Newroz û Aştiyê, li Qoserê peykerê Ugur Kaymaz hilweşandin. Em dixwazin tiştekî bînin bîra raya giştî. Beriya hilbijartinê Erdogan ev yek digot. Digot ku careke din ev şaredarî bibin destkeftiyên gelê kurd gelê heremî û yên HDP’ê em ê bi destê qeyûman careke din van deran xesp bikin. Ev polîtîkayên wê rojê ne. Hevalên me 4 meh tenê li ser peywirê man. Di şarederiyan de plansaziya stratejiyê di hundirê 6 mehan de tê amedekirin. Piştî 6 mehan bi destê qeyûman îradeya vî gelî hat xespkirin. Divê tiştek din bê bîra gel. Beriya hilbijartinê Waliyê Amedê, Mêrdînê û Wanê bi daxwaznameyek ji Wezareta Karê Hundir ku qeyûm were. Hin ku şarederê me dengê hezeran kesan standibû mazbataya xwe nestandibû xwe nestandibû.
“Polîtikayên qeyûman têk çû em ê bi hev re bi ser bikevin”
“Baş e em ê çi bikin, an jî pêdivî bi çi heye. 19ê Gelawêjê dema ku her sê şarederiyên me bi destê qeyûman hatin xespkirin li ser navê desteya rêveberiya bilind a HDPê daxuyaniyek hatibû dayîn. Di vê daxuyaniyê de me ev yek gotibû, ger ku îro li derdora şarederiyên HDPê li hemberî rejîma qeyûman em bi hev re têkoşînek nedin, mixabin li vî welatî tu destkeftiyên demokratîk ên bên parastin namîne. Em xemgîn in ku ev daxuyaniya ku me ew roj da îro bi encam bû. Ji ber ku bi qeyûmên li ser zanîngeha Bogaziciyê zagonê qeyûman hate guherandin ku êdî dikarin qeyûman bavêjin ser sazî û dezgehên sivîl. Me tiştekî din jî gotibû heya ku em qeyûman ji vî welatî biqewirînin heya ku em polîtîkayên qeyûman yên qirêj hilweşînin bênavber bi awayekî domdar dê têkoşîna me bimeşe. Îro pêdivî heye ku em bi civaka Tirkiyeyê re têkoşîneke bêhempa têkoşîneke bi hev re ya demokrasiyê, azadî û wekheviyê bidin. Bê şik û gûman em bi vê bawer in ku polîtîkayên qeyûman têk çûye. Ya ku bi ser ketiye vîna gelan, têkoşîna HDP’ê ye. Careke din ji bo beşdarbûna we minetdar û spasdar im.” (DŞ/FD)
Ji bo rapora bi kurdî bitikîne