Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Pervin Buldan û Mithat Sancar, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gotine ku heqareta Tamer Akkal, Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yê Manîsayê li Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê kiriye, dijmirovî ye.
Piştî ku Başak Demîrtaşê gotibû mafê hevdîtina girtî yê Selahattîn Demîrtaşî bi her du keçên wan re hatiye astengkirin, Tamer Akkalî li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê mesajek nivîsandibû ku tê de heqaret li Demîrtaşî kiriye.
Mesaja Akkalî saet û 39 deqîqeyan li ser hesabê wî maye û piştî bertekan Akkalî ew mesaj jê biriye.
Piştî ku jê biriye AkkaLî gotiye ku, “Wî ew peyama nenivîsandiye, hevalekî me yê şêwirmend hesap tevlihev kirine û weşandiye.”
HDPyê di daxuyaniya xwe de gotiye ev gotin “weke mikurhatina li troliyê ye.”
“Heqareta li Demîrtaşî dijmirovî ye”
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin.
“Ev heqaret li dijî mirovahiyê ye, sosret e û nayê qebûlkirin.
“Mafê hevdîtinê yê Selahattîn Demîrtaşî û girtiyan bi hêceta pandemiyê tê astengkirin. Ev yek bêhiqûqî û bêwijdanî ye. Piştî ku mafê hevdîtina girtî ya Demîrtaşî bi du zarokên wî re hate astengkirin, Tamer Akkalî li ser hesabê xwe yê Twîtterê heqaret li Demîrtaşî kir. Parvekirina Akkalî piştî ku saetek û 39 deqeyan li ser Twîtterê ma, li ser nerazîbûnan hate jêbirin. Ya ku Akkalî piştre parvekir jî mikurhatina li tiroliyê ye.
“Gotinên Akkalî nivîsîne binpêkirina nirxên mirovahiyê ye, zimanê nefretê ye. Selahattîn Demîrtaş îradeya zêdetirî 6 milyon û 500 hezar mirovî ye. Demîrtaş û siyasetmedarên girtî hemû rûmeta me ne. Yên ku navên wan bi heqaretê bilêv dikin, em vê yekê careke din bi bîra wan dixin û ji raya giştî re dibêjin ku me giliyê Akkalî kiriye." (AS/FD)