Enfal. Fotograf: AA/Arşîv
Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 34em Salvegera Komkujiya Enfalê de peyameke nivîskî weşandiye û gotiye ku, “Di sedsala 20emîn de, li cîhanê, li gelek deran komkujî li dijî gelan pêk hatin, lê dewletên cîhanê li hemberî van komkujiyan bêdeng man. Bêdengî û xemnexuriya dewletên cîhanê, rê li ber komkujiyên din vekir û di encamê de bi milyonan kes hatin qetilkirin.”
HDPyê di mesaja xwe de wiha gotiye:
“Di navbera salên 1986-1989an de ji aliyê rejîma BEES a Sedam ve, komkujiyeke mezin li dijî kurdan pêk hat; ji 180 hezar kesan zêdetir kurd hatin qetilkirin, 4 hezar 500 gund hatin xerabkirin û ji milyonekî zêdetir kurd hatin koçberkirin. Başûrê Kurdistanê di navbera wan salan de bi awayekî hovane hat talankirin.
“Di 16ê Adarê de li Helebceyê çekên kîmyayî hatin bikaranîn û bi hezaran kurd hatin qetilkirin, lê cîhan li hemberî vê komkujiyê bêdeng ma. Her çend Dadgeha Cezaya Bilind a Iraqê, di sala 2007an de biryarek wergirtibe û Enfal wek “komkujî” qebûl kiribe jî, gelek berpirs û kujerên komkujiyê îro hîn jî nehatine darizandin. Enfal wek birîneke kûr, îro jî dilê kurdan diêşîne.
“Di sedsala 20emîn de, li cîhanê, li gelek deran komkujî li dijî gelan pêk hatin, lê dewletên cîhanê li hemberî van komkujiyan bêdeng man. Bêdengî û xemnexuriya dewletên cîhanê, rê li ber komkujiyên din vekir û di encamê de bi milyonan kes hatin qetilkirin.
“Em di 14ê Nîsanê Roja Bîranîna Neteweyî ya Enfalê de vê komkujiyê bi tundî nalet û şermezar dikin, hemû qurbaniyan bi dilekî xemgîn bi bîr tînin û careke din hevxemiya xwe arasteyî hemû malbatan dikin. Ji bo ku Enfal, Helebce û komkujiyên din careke din neyên kirin, em bangî her kesî dikin da ku li dijî komkujiyan bêdeng nemînin. Di 34’emîn salvegera wê de em Enfalê tu carî ji bîr nakin û nadin jibîrkirin!” (FD)