Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Beriya niha bi pênc salan polîsan di destê sibehê de, bi ser malên Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamenterên wê de girtibhun û ew desteser kiribûn. Hevserok û parlamenter paşê jî hatibûn girtin.
HDPyê ji bo salvegera vê bûyerê, daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
HDPyê wiha gotiye:
“Di 4ê Çiriya Paşiyê de îradeya gel xesp kirin, bi operasyonên dijhiqûqî xwestin siyaseta demokratîk tasfiye bikin û daxwaza azadiya, wekhevî û aştiya gelan tune bikin. Bi biryarên rasterast ên DMMEyê yên navborî û bi daxuyaniyên rayedarên desthilatê dem bi dem dikirin re, hate pesendkirin ku ev operasyon ne hiqûqî lê siyasî ne.
“Pêvajoya derbeya 4ê Çiriya Paşiyê bi fermana (Recep Tayyîp Erdogan), Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) re destpê kir ku di 28ê Tîrmeha 2015an de gotibû “divê parêzbendî werin rakirin, bedêla vî tiştî bidin’ û bi fermanên ku hevkarên desthilatê ji wê rojê heta niha didin darazê re, kûrtir bûye.
“Ji 4ê Çiriya Paşiyê heta niha me hemû derdor hişyar dikirin ku wê ev bêhiqûqî bi partiya me tenê re sînordar nebe. Mixabin di vê merheleya ku em tê de ne, xespkirina îradeyê bi partiya me û şaredariyên me re sînordar nebû û zanîngeh, komele û rêxistinên civaka sivîl xist nav xwe û berfireh bû.
“Di sala pêncan de, li dijî wê derbeya siyasî, têkoşîna xwe bi berdewamî mezin bikin ku di şexsê parlamenterên me yên ku bi ked û dengên gelê me mafê nûnertiyê bidest xistin, li partiya me hate kirin. Me ti carî xwe radestî operasyonên zordariyê û yên tesfiyekirina siyaseta demokratîk, em ê xwe radest jî nekin. Em ê bi ser kevin, gelên me û rêvehalên me yên li ber xwe didin wê bi ser kevin.” (DŞ/FD)