Fotograf: HDP
Nobeta Edaletê ya parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî rabe û bikaribe bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike daye destpêkirin, di roja 15an de dewam dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, îro parlamenter Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Mûazzez Orhan, Siddik Taş, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr bi dowîzên "Bila hiqûq li Îmraliyê pêk bê" û "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye" li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dane.
Parlamenterê Antalyayê Kemal Bulbul axiviye û gotiye desthilatdariya AKP-MHPyê tecrîd bi rêk û pêk kiriye: "Tecrîd sûcekî hiqûqî ye. Aliyê vî sûcî jî hiumeta AKP-MHP, di heman demê de dozger û saziya hiqûqê ye. Ji bilî van her wiha NATO, CPT, Yekîtiya Ewropa û DMME jî aliyekî vî sûcî ne. Li vê derê sîstemeke navneteweyî, komployeke navneteweyî heye. Yekîtiya Ewropayê rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê bi hesasiyeteke mezin dişopîne, di vê der barê de raporan diweşîne, lê belê têkildarî sîstema li Îmraliyê gotineke bi tenê jî negotiye. Her wiha CPT çû li wê derê lêkolîn kir, lê encamên wê bi raya giştî re parve nekir. Di vir de raya giştî ya demokratîk, gelê kurd, HDP gelekî bi fikar e. Fikar li ser tenduristî û ewlehiyê heye.
"Divê hevdîtin pêk were"
"Birêz Ocalan heta niha li Giravê bi fikir û projeyên xwe, jiyana bi hev re û azad a gelên Tirkiye, gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn parastiye. Parastina van nêrînan sûc nîne, mafekî demokratîk û rewa ye. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê divê dawî li tecrîdê bê anîn û hevdîtin pê re bê kirin. Lê belê em jî li vir hatine tecrîdkirin. Tecrîd sûc e. Divê tavilê dawî li sûcê tecrîdê bê anîn û ji bo çareseriya aştiyane demokratîk hevdîtin bi birêz Ocalan re bê kirin." (FD)