Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) da zanîn ku polîsan bi ser mala Fîgen Yûksekdagê ya li Stenbolê de girtiye.
Serê sibeyê polîsan bi ser malên endamên Partiya Bindestan a Sosyalîst de girt û 11 endam desteser kirin.
HDPyê daye zanîn ku navnîşana Yûksekdagê navnîşaneka dîyarkirî bû, digel vê yekê polîsan qanûn binpê kirine û bi ser mala wê de girtiye.
‘’Her roj êrîşeka nû li êrîşên bi ser partî û rêxistinên pêkhateyên me tên kirin zêde dibin. Êrîşên li ser Partiya Bindestan a Sosyalîst jî yek ji van nimûneyan e. ‘’
‘’Em dizanin ku ev operasyonên derqanûnî, bi fermanên ji qesrê têne kirin.’’
11 kes hatin desteserkirin
Navenda giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst dîyar kiriye ku endamên wan Ali Haydar Keleş, Hilmi Toy, Adar Temel, Ferhat Karakaya, Emrah Görtaş, Taner Taş, Hüseyin Şahin, Alican Albayrak, Sidar Balsever, Mehmet Salih Çekim û Aykut Kaplan hatine desteserkirin. (NV)