Fotograf: HDP
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKKyê Abdûllah Ocalanî dane destpêkirin, di roja xwe ya 14an de dewam kiriye.
Parlementer Remziye Tosun, Mehmet Ruştu Tîryakî, Mahmut Celadet Gaydali, Erol Katircioglu, Erdal Aydemîr, Kemal Bulbul, Kemal Pekoz, Huseyîn Kaçmaz, Muazzez Orhan Işik ve Nuran Îmîr beşdarî çalakiya îro bûne. Parlamentera Şirnexê Nuran Îmîr axiviye û gotiye:
“Îktîdara AKP û MHPyê bi israr tecrîdê bi taybetî jî girêdayî polîtîkayên şer ku îro dide meşandin jê feyz digire û dixwaze welat di bin taritiyê de û aloziyê de bimîne. Di heman demê kiryarên xwe yên dij mirovahî û dijhiqûqî dide meşandin. Em wekî HDP li hemberî hemû zordariyan û zextan yên li ser gelan tê meşandin di her şert û mercan de di nav têkoşînê de ne. Li girava Îmraliyê hiqûqeke taybet tê meşandin. Ev hiqûqa taybet bingeha xwe û hêza xwe ji ku digire divê bê eşkerekirin. Ji 21’ê Kanûnê heya îro bi dehan parlamenter ji bo ku li grava Îmraliyê çi diqewime, çima ew derî nayê vekirin vê çalakiyê dikin lê îktîdara AKP û MHPyê li hemberî hemû çalakiyan durûtiyê dike û bêdengiya xwe berdewam dike.
“Divê îktîdar dev ji neyartiya Kurdan û siyaseta demokratîk berde. Jji bo şikandina tecrîdê li ser me çi ferz be, em ê vê bikin. Bi rojan e em parlementerên gel di nav çalakiyan de ne, ev çalakî li kijan welatî bihata kirin dê ew îktîdar hemû karên xwe rawestanda û çareserî bidîtiba. Lê ji ber ku sûdê ji vê yekê digirin, bi vê yekê emrê îktîdara xwe dirêj dikin. Li hemberî vê rewşa xetere de em di nav çalakiyê de.
“Ev 2 sal in parlamenterên birêz Ocalan nêzikî 300 caran serî li Wezareta Dadê dane lê ne erênî ne neyînî bersiv nehatiye dayîn. Her wiha CPT ji bo hevdîtinê çûbû girava Îmraliyê em pê hesiyan Ocalan bi CPTyê re hevdîtin nekiriye. Ji ber ku fikaran milyonan zêdetir dike em dixwazin demildest îktîdara AKP'ê deriyê Îmraliyê veke, heyeteke serbixwe, parazêr û heyetên me biçin girava Îmraliyê. Dev ji vê binpêkirinê berdin. Îro dixwazin pergala li Îmraliyê li hemû derê mîsoger bikin, lê em ê destûr nedin.
"Em dixwazin ev welat bi firk û ramanên azad bi pêş bikeve. Bi qedexeyan, bi polîtîkayên ewlehiyê pêşketina vî waletî çênabe. Bi kuştinê jî çênabe. Em ê bi riya hiqûqê roleke dîrokî bilîzin. Ji ber ku tu agahî ji grava Îmraliyê nayê di kesayetiya hevserokên me de, wekî parlamenterê HDPyê me serlêdan kir lê heya niha tu bersiv nehatin dayin. Ev feraset rastiyê nabîne, divê ev feraseta înkarê derkeve. Em bang li Wezareta Dadê dikin divê demildest heyeteke serbixwe rêkin Îmraliyê û deriyê Îmraliyê ji aştî û çareseriyê re bê vekirin.”
(FD)