Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hevserokên Giştî yên HDPê Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag ji Serokê Gêrîlayên FARCê Timeleon Jimenez û Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santoyê re name şandin û ji bo aştiya ku hatiye îlankirin wan pîroz kirin.
Piştî tekoşîna 52 salan di encama muzakereyên navbera gêrîlayên FARCê û hukimetê de duh peymana aştiyê hat danîn.
“Wê bibe hêviya dawîkirina şerên heyî”
Di nameya hevserokên giştî yên HDPê de hat ragihandin ku ji ber danîna peymana aştiyê ya dawî li şerê 52 salan tîne, ew gelekî kêfxweş bûne û hat destnîşankirin ku ew weke partiyeke siyasî ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî esas digirin riyên aştiyane û diyalogê bijartine û ew peymana wan a dîrokî wê bibe hêviya dawîbûna şerên heyî.
“Temeniya me ya herî mezin dawîbûn şerên 32 salan e”
Di nameyê de hat gotin, "Di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên aştiyane û qedandina şerê çekdarî yê 32 salan, em hêvîdar in wê li tevahiya cîhanê, li şûna şer û mirinan, hîn bêhtir aştî, lihevkirin û diyalog serdest be. Ev yek sedema me ya têkoşînê ye.
“Bêguman, peymana aştiyê ya we mora xwe danîne binî, wê hêza aktorên siyasî demokratîk ên li her devera cîhanê têkoşîna aştî û azadiyê dimeşînin, xurtir bike."
(NV/YO)