Ji bo nûçeya Tirkî
Hayat TVyê ji ber ku şirketeke din patenta navê ‘Hayat’ê hildaye, neçar ma ku navê xwe biguherîne. Kanal wê ji vê pê ve bi navê ‘Hayatin Sesi’ weşana xwe berdewam bike.
Akdeniz: Zexteke kêmkirî
Kordînatorê Weşana Giştî ya Hayat TVyê Ercument Akdeniz ji bianetê re axivî û got: ‘Danone, patenta navê ‘Hayat’ê ku di warê ragihand û televizyonê de jî tê bikaranîn, sitand. RTUKê jî j ime re ragihand ku eger em navê kanalê neguherînin wê lîsansa weşanê were îptalkirin.’
Akdeniz destnîşan kir ku ji bilî kanala wan ê ku bi navê Hayat TVyê weşan dike, gelek şirketên bi heman navî hene û got: ‘Em vê yekê weke zexteke kêmkirî bi nav dikin.’
Akdeniz diyar kir ya ku pêk tînin zerarê dide îmaja Hayat TVyê ku di nav 8 salan de afirandiye û got: ‘Ya ku pêk tînin, di heman demê de tekedestî ye.’
‘Em weke hedef tên nîşandan’
Derbarê mijarê de ji Hayat TVyê daxuyaniyeke bi vî rengî hat dayîn:
‘Televizyona me ya ku 2008an de dest bi weşanê kiriye navê Hayat TVyê bi kar dianî. Lêbelê koma holdîng/sermayeyan, her çiqas tu eleqeya wî bi weşangeriya televizyonê tine be jî, navê ‘Hayat’ê dixwazin ku tekedest bikin. Ji şirketên din ku ew jî heman navê bikar tînin re tu tiştek nayê gotin lê li hemberî televizyona me helwesteke neyînî tê bikaranîn.’
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Hayat TV ji hêla desthilatdaran ve weke hedef tê nîşan dan û w,ha hat gotin: ‘Ligel zext û gefxwarinên hukimetê, desthilandariya piralî ya sermayedaran jî li ser çapemeniyê berdewam dike.’
Kanalê daxuyand k udi feraseta weşana wan de tu guhertinek tine lê ji vir pê ve wê weşana xwe bi navê ‘Hayatin Sesi’ berdewam bike.
(EA/YO)