Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hatiye îdiakirin ku kesê bi navê M. A yê ji Êlihê, dema li navçeya Dînarê ya bajarê Afyonê leşkeriya neçarî dikir, xwe bi tivinga xwe kuştiye.
Li gorî nûçeya malpera vicdaniret.orgê ji rojnameya Cûmhûriyetê ragihandiye, M. A yê ku leşkeriya xwe li Girtîgeha T a Dînarê dikir, weke nobedar çûye holika nobetê.
Piştî demekê deng ji hêla holikê hatiye û wezîfedar dema çûne, dîtine ku M. A ji zikê xwe ve gule xwariye. Tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê û fam kirine ku M. A miriye. Hatiye îdiakirin ku M. A xwe bi tivinga xwe ya bi navê G-3ê kuştiye.
Derbarê tivinga bi navê G-3yê de
Dirêjahiya vê tivingê102 santîm e. Lûleya wê jî 45 santîm eû 4 kîlo û nîv giraniya wê heye.
Sala 1050î de hatiye sazkirin û ji sala 1959ê pê de ji hêla leşkerên 72 welatan ve hatiye bikaranîn. Tiving ji hêla Almanyayê ve hatiye çêkirin. (EKN/FD)