Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di dema daxuyaniya Parlamenterê Şirnexê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasan Ozguneş ya ku ji bo salvegera tayînkirina qeyûmê şaredariya navçeya Cizîrê de kesekî berikê fîşek avêtiye wî. Ozguneşî derbarê bûyerê de gilî kiriye.
HDPê derbarê bûyera ku duh pêk hatiye de daxuyanî dabû û diyar kiribû ku di dema daxuyaniyê de polîsan fîşek avêtiye Ozguneşî.
HDP di daxuyaniya xwe de gotibû "Di dîmenên ku li kamerayan hatine tomarkirin de bi awayekî zelal tê dîtin ku berikê fîşekê ji aliyê kê ve û çawa hatiye avêtin.”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezpotamyayê Ozguneşî li Serdozgeriya Komarî gilî kiriye û bi endamên partiyê yên bi wî re li ber avahiya edliyeyê daxuyanî dane.
Ozguneş diyar kiriye ku berikê fîşekê li cihê ku polîs lê diman hatiye avêtin û wiha gotiye:
“Em vê weke hişyariyeke li hemû endamên partiya me hatiye kirin dinirxînin. Ji ber vê yekê li ser navê min, partiyê hevseroka me ya bajêr, hevserokên me yên navçeyê û Hevşaredarên me yên Cizîrê derbarê mijarê de serlêdan kirin û gilî kirin. Em dixwazin ku berika fîşekê were lêkolînkirin û ji aliyê kê ve û bi kîjan armancê hate avêtin bê tespîtkirin. Em di vê mijarê de jî gilîker in. Em ê şopdarên vê mijarê bin.”(AS/AY)