Yek ji navên sereke yê rocka kurdî, Harûn Elkî wê li Taksimê konserê bide.
Konsera Elkiyî wê 1ê Nîsanê roja Înê li Arsen Lupen Taksimê pêk were. Konser wê saet 21:00an de dest pê bike. Elkî wê di konsera xwe de bi repertuareke nû ya ji albûma xwe û ji koma Rewşen li pêş guhdarên xwe be. Herwiha wê stranên Ciwan Haco, Koma Wetan jî bistrîne.
Piştî konserê wekî after-party DJ Erivan Edit wê derkeve ser dikê.
Derbarê Harûn Elkiyî de
Harûn Elkî di sala 1975an de li navçeya Elkê ya girêdayê Şirnexê ji dayîk bûye. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Elkê qedandiye. Jiyana xwe ya muzîkê ya profesyonel di sala 1997an de li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya Edeneyê dest pê kiriye û di heman salê de koma rocka Kurdî ya bi navê Rewşen ava kiriye û di vê komê de solîstî kiriye. Rewşenê albûma xwe ya yekem bi navê “Asê” di sala 2002an de dersixtiye û albûma duyem jî di 2005an de bi navê “Pola Nû” derxistiye. Di 13 salên de gelek konser dane û di çalakîyan de derket pêşîya guhdarên xwe. Piştî sala 2011an koma Rewşen belav bûye û Harûn Elkî ji Edeneyê koçî Stenbolê kiriye û li vir cih bûye. Piştî belavbûna komê, Elkiyî jîyana xwe ya muzîkê bi tena serê xwe berdewam kiriye û ketiye nav pêvajoyeke din a afirînerîyê. Di karîyera xwe ya soloyê ya muzîkê de du single ji Pasaj Muzîkê derxistine, 2016an “Tutunma” (Xwegirtin) û 2017an de jî “Sus” (Hiş) e navê van albûman. 2019an de jî ji Red Muzîkê “Seyrana Gula”, 2020an bi Mesut Marangoz re dûetek bi navê “Karwan” derxistiye. Herî dawî di Berfanbara 2020an de ji Red Muzîkê albûmeke ji 10 berheman pêk tê ku 9 stran bi Kurdî û yek jî bi Tirkî bû, bi navê “Rev” derxist. Elkî vîdyoya yekem ya albûmê ji strana “Xengîlok” û ya duyem jî ji strana “Miskin” re kişandiye. (FD)