Hamzaoglû û Koçyîgît wek hev-berdevkên HDKyê hatin hilbijartin
Bi dengên hemî hilbijêran Prof. Dr. Onur Hamzaoglû û Gûlîstan Koçyîgît wek hev-berdevkên HDKyê hatin hilbijartin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Kongreya Demokratîk a Gelan(HDK) cara 7. Lijneya Giştî kom kir û herdu hev-berdevkên kongreyê hilbijartin.
Prof. Dr. Onur Hamzaoglû bi hemî dengan li şûna Ertûgrûl Kûrkçûyî bû hev-berdevkê HDKyê, Gulîstan Koçyîgît jî dubare wek hev-berdevk hat hilbijartin.
Hamzaoglû: Rojbûna duyem
Piştî civîna lijneyê Hamzaoglû axivî:
‘’Di emrê min ê ji nîv-sedsalekê zêdetir e de, ev rojek ji wan rojên gelek taybet e. We biryar da ku ez êdî ne wek jiyana xwe ya borî an jî wek jiyana min a ku min ê biborandiya tevbigerim. Ji ber wê yekê îro dê bibe rojbûna min a duyem.
‘’Em hemî dê ji bo rojên xwe yên bên li hev bibin xwedî. Em vê demê wek faşîmê qebûl dikin.’’
(BK/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.