Halîse Aksoy ku ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik hatibû girtin, serbest bû. Halîse Aksoy dayika Egîd Îpek e. Hestiyên Ipek di qutiyekê de radestî Halîse Aksoyê hatibû kirin.
Li gor’î nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Aksoy, li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik di 28ê nîsana 2023an de hatibû girtin. 3êmîn danişîna doza Aksoyê li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat. Aksoy û parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek tev li danişînê bûn.
Dewletê cinazeyê endamê PKKê bi bîdonê lekî ji malbatê re şandiye
15 Hezîran 2022
Di danişînê de dozgeriyê xwest ku ji bo kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin, rewşa girtî ya Aksoy bidome. Parêzeran jî xwest Aksoyê were tehliye kirin.
Dadgehê got ku gumana revê ya Aksoy tune ye û biryara tehliyekirina wê da. Danişîna dozê taloqî 18ê Îlonê kir.
Halîse Aksoyê peyam şandiye: Serî ji vana re netewînin
4 Gulan 2023