Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîteya Çavdêriya li Mafên Ajalan (HAKÎM) aşkere kiriye ku beriya hilbijartina 14ê Gulanê wan ji bo mafên ajalan metnek amade kiriye û bi hin namzetan dane îmzekirin. Li gorî daxuyaniya HAKÎMê, di encama hilbijartinê de 17 namzetên metna wan a bi navê “Ez sondê didim” bûne parlamenter.
HAKÎMê di daxuyaniya xwe de her weha destnîşan kiriye ku parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) ya Îzmîrê bûye yekem parlamentera vegan a bûye endama TBMMyê (Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê).
Parlamenterên ku îmze kirine ev in
Mithar Sancar – YSP Riha
Burcugül Çubuk – YSP Îzmîr
Ceylan Akça – YSP Amed
Ibrahim Akın – YSP Îzmîr
Mehmet Kamaç – YSP Amed
Meral Danış Beştaş – YSP Erzerom
Newroz Uysal – YSP Şirnex
Özgül Saki – YSP Stenbol
Perihan Koca – YSP Mersin
Serhat Eren – YSP Amed
Sırrı Sakık – YSP Agirî
Ahmet Şık – TÎP Stenbol
Erkan Baş - TÎP Stenbol
Sera Kadıgil - TÎP Stenbol
Sezgin Tanrıkulu – CHP Amed
Türkan Elçi - CHP Amed
Ömer Karakaş - IYI Parti Aydin
HAKÎM piştgiriya Kiliçdaroglûyî dike
HAKÎMê ji bo tûra duyem a hilbijartina Serokomariyê ya wê di 28ê Gulanê de pêk bê, daxuyaniyek daye û gotiye ku bila ajalparêz biçin ser sindoqan û dengên xwe bidin namzetê Tifaqa Netewparêzan Kemal Kiliçdaroglûyî. (TY/FD)