Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
* Hag Pesah Sameah (Cejna we ya Pesahê pîroz be)
Xelkê cihû di sala 2448ê(Ji beriya zayinê, 1312) li Misrê xwe ji koletîyê xelas kir. Ji bo pîrozkirina xelasbûna ji koletîyê ev roj wek cejna Pesahê tê pîrozkirin.
Cejn heşt rojan dom dike. Ji 10ê Nîsanê dest pê dike û heta 18ê Nîsanê dom dike.
Bi zimanê Ibrî Pesah tê wateya “jêderbasbûn, jêborîn, derbaskirin.”
Xwarinên hatîn meyandin nayên xwarin
Li gor Tewratê xelkê Cihû li Misrê wek kole dihatin bikaranîn û gelek karên zehmet dikirin. Bi rêberiya Mûsayî û alîkariya Xwedayî wan xwe ji Misirê xelas kirine.
Ji ber ku xelkê Cihû bi lez û bezê reviyane ew pê re negihane ku hevîrên wan bimeye. Wan hevîrên nemeyandî kirine nan. Ji ber vê yekê di vê cejnê de ti xwarinên meyandî nayên xwarin.
Xwarina Sederê
Ji bo cejnê li malê paqijî tê kirin. Her der têne kontrolkirin, heta berîkên cilikan jî tê kontrolkirin û hemî xwarinên ji hevîrê meyandî çêbûyîn ji malê têne derêxistin. Xwediyên malê dikarin tiştên di malê de bifiroşin û piştî cejnê bikirin lê heke xwarineka bi hevîrê meyandî di malê de hatibe jibîrkirin piştî cejnê nayê xwarin.
Di herdu rojên destpêk û dawiya cejnê de xwarinên taybet têne çêkirin. Di wan xwarinan de hevîrê meyandî nîne. Bi wan xwarinan zîyafet tê dayin û çîrokên bi navê Agada têne xwendin.(NV/MB)