Fotoğraf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Lîbyayê rageşî her diçe zêdetir dibe. General Xelîfe Hafter, fermandarê hêzên li rojhilatê wî welatî derbarê Tirkiyeyê de axiviye.
Li ser hesabê medya civakî ê Ahmed el Mîsmarî, berdevkê koma bi navê Artêşa Neteweyî a Lîbyayê ku ser bi Hafterî ye axavtinek hatiye belavkirin û tê de Hafterî weha gotiye:
"Em ji Erdogan re dibêjin, me mîrateya bav û kalên we kirin fîşeg. Ez bi tu awayî naxwazim tirkek di pêş van lehengan de bi meş e. (ji bo leşkerên tirkan)
Merhimet nîne, ji ber ku heq nakin. Erdogan ji bo mal û milken bav û kalên xwe hatiye Lîbyayê."
Li gorî nûçeya Euronewsê Hafterî bang li yekineyên Tarik Bîn Ziyadî kiriye û îdîa kiriye hêzên wan û tirkên ku di nav axa Lîbyayê de ne wê rûbirû bimînin.
Her weha Hafterî di axavtina xwe de destnîşan kiriye, ku ew tirkên 300 sal li Lîbyayê mane weke "Talanker û kujer" dibînin.
Li Lîbyayê kî piştgiriyê dide kê
Muammer Qedafî, Serokê berê yê Lîbyayê di sala 2011an de hatibû kuştin. Li wê demê heta niha li wî welatî şerekî navxweyî destpêkiriye. Li gor Rexistina Tenduristiya Cîhanê(RTC) hejmar bi temamî diyar nebe jî heta niha li wî welatî bi hezaran kes miriye.
Tirkiye di vî şerî de piştgiriyê dide Hukumeta Lihevkirî ya Neteweyî. Rûsya, Misir, DYA, Fransa û Mîrîtiya Erebên Yekbûyî (BAE) piştgiriyê didine General Xelîfe Hafterî. (PT/AY/FD)