Gûnelê 71 salî 115 roj in û Osmanoglûyê 67 salî 72 roj in di greva birçîbûnê de ne

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Herdu dersdêrên Nûriye Gûlmen û Semîh Ozakça 228 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Mehmet Gûnelê 71 salî 115 roj in û Ferîdûn Osmanoglûyê 67 salî 72 roj in ji bo piştgiriya Ozakça û Gûlmenê di greva birçîbûnê de ne.
Bixwîne - Semih Ozakça: Tiştê ji bo min hatî guhertin ew e ku ji cihê tecrîdê derketim
“Heta daxwazên Nûriye û Semîhî neyê qebûlkirin..”
Mehmet Gûvel ji bianetê re axivî û got:
“Me got heta daxwazên Nûriye û Semîhî neyê qebûlkirin em ê dest ji grevê bernefin. Bi heman biryarê di grevê de me.
Bixwîne – Dersdêrên di greva birçîbûnê de
“Gelek kêşeyên min ên saxlemiyê çênebûne. Carinan hinavê min diçe(emelê min diçe) lê weke dî ti tiştê min nîne. Bijîşk ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê tên û kontrola saxlemiya min dikin.”
Çi bûbû?
Nûriye Gûlmena Akdemîsyen û Semîh Ozakçayê dersdêr bi Biryarnameyên di Himê Qanûnan de ji karê wan hatin avêtin.
Nûriye Gûlmenê li Zanîngeha Selçûkî wek lêkolîner kar dikir. Bi Lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) ew ji karê wê hat avêtin.
Semîh Ozakça, li Navçeya Çiyayê Mazî dersdêrek bû. Ew bi sûcê “têkiliya digel rêxistinên terorî an jî rêxistinên ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî ew li dijî ewlehiya neteweyê dîtî” ji karê wî hat avêtin.
Gûlmen di 9ê Çiriya Paşiyê de, Ozakça jî di 23yê Çiriya Paşiyê de li Enqereyê li ber Monomentê Mafên Mirovan dest bi xwenîşandanê kiriye. Ew di 9ê Adarê de hatin desteserkirin. Wan di dema desteserkirinê de dest bi greva birçîbûnê kir.(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket

Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin

Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim

DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye

Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
