Li gundê Qerxebazara Kanîreşa Çewlîgê yekem berfa demsalê barî û rûyê erde spî kir.
Bi barîna berfê re welatî rû bi rûyê gelek zehmetiyan dibin. Xelkên deverê zêdetir bi karê cotkariyê re mijûlin û barîna berfê rêyên çûn û hatinê ji hev qut dike. Barîna berfê herçiqas bandoreke nerênî li ser jiyana rojanê çê bike jî gund bi spî xemilandî û dîmenên ciwan bi xwe re aniye.
(AY/FD)