Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Anis Amriyê Tûnûsî ku dihat gotin ku ew gumanbarê êrişa li Berlînê ye, li Îtalyayê hate kuştin. Di êrişa li Berlînê ku 19ê Kanûnê de pêk hatibû 12 kes hatibûn kuştin. Piştre DAIŞê bi daxuyaniyek ve wê êrişê girtibû ser xwe.
Ajansa Associadet Pressê di nûçeya xwe de got ku Abis Amrî li Mîlanoyê ji hêla polîsan ve hatiye kuştin.
Wezîrê Karên Navxweyî ya Îtalyayê Marco Minitti bi rêya civîneke çapemeniyê kuştina gumanbarê êrişa Berlînê Amrî piştrast kir.
Sedema gumanbariya Anis Amrî ew bû ku dema qesbkirina TIRê de xwediyê wî yê Polonyayî hatibû kuştin û dema lihevxistinê jî nasnameya bi wî navê li wir hatibû dîtin.
Rayedarên emniyeta Almanyayê duh daxuyandibûn ku dexmê tiliyên ku di wesayîtê hatiye tespîtkirin, aydî Anis Amriyê bûye.
(HK/YO)