Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hevşaredara berê ya Amedê li Girtîgeha Kandirayê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Kişanakê ji bo piştgiriya wekîla Colemêrgê ya HDPyî(Partiya Gelan a Demokratîk) Leyla Guvenê dest bi grevê kiriye û dê 10 rojan di grevê de be.
Leyla Guvenê ji bo tecrîda li ser rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) bê rakirin dest bi grevê kiribû.
Gultan Kişanak kî ye?
Gultan Kişanak di 15ê Hezîrana 1961an de li Xarpêtê hatiye dinê.
Niha Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. Kişanak hevseroka Partiya Aştî û Demokrasiyê ye. Di serdema 23. a meclisê de (2007-2011 – serbixwe) bûbû parlementera Amedê, di serdema 24. de jî (2011-2015 – Partiya Aştî û Demokrasiyê) bûbû parlementera Sêrtê.
Malbata Kişanak ji eşîra Axuceyê ye ku ji Dêrsimê koçê Xarpetê kirine.
Piştî li Xarpetê Dibistana Mamostetiyê xelas kir, di sala 1978an de li Zanîngeha Dicleyê-Amed di beşa Zimamê Tirkî de dest bi xwendinê kir.
Dema 19 salî bû, beriya derbeya leşkeriya 12ê Îlonê hat girtin.
Di navbera salên 1980-82an de li Girtîgeha Amedê hate girtin. Îşkenceyê ku lê hatibû kirin di gelek roportaj û platformên li dijî îşkencekirinê de yek bi yek vegot.
Piştî ew hate tehliyekirin, li Zanîngeha Egeyê di beşa Ragihandin û Rojnamegeriyê de dîsa dest bi xwendina xwe kir.
Di salên 90î de ligel çend hevalên xwe ve rojnameya Toplumsal Direnişê damezirandin. Lêbelê piştî gelek lêpirsîn, doz û biryaraên komkirinê rojname hate girtin.
Piştî vê yekê hetanî sala 2002an li rojnameyên Yeni Ulke, Ozgur Gundem û Ozgur Ulkeyê de weke nûçegihan, mudira karên nivîsê û kordînatorê weşanê xebitî.
Ji sala 1997an şûnde di nav tevgeta jinê de cih girt.
Di sala 2004an de li Şaredariya Rêzanê de weke şêwirmenda projeyên civakî dest bi xebatê kir.
Di sala 2007an de Endamên Serbixwe de cih girt û bû parlementera Amedê.
Di sala 2009an de piştî ku DTP hate girtin, ew jî derbasî Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bû û weke hevserokê partiyê hat bijartin.
Di hilbijartinên 12ê Hezîrana 2011an de bû parlementera Sêrtê.
Di hilbijartinên 30ê Adara 2014an de ligel Firat Anli ve weke hevşaredar hatin bijartin.
Bi kurdî dizane. Zewiciye û zarokeke wê heye.
Kişanak ji ber ku tevlî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) di civîna wir de axiviye, sûcdar tê dîtin û ji ber vê yekê di 25ê Cotmeha 2016an de hate binçavkirin.(EMK/MB)