Raveka wêneyî: Guleka ku rengê wê reş e û bi tenê li navçeya Xelfetîyê ya Rûhayê çêdibe (Wêne: AA)
Gula reş li dinyayê tenê li Xelfetiya navçeya Rûhayê hêşîn dibe reng û bêhna xwe ji axê hildide. Ji bo ku turîst hêsantir bibînin gul li qeraxê Çemê Feratê jî hat danîn.
Raveka wêneyî: Komek gulên reş serbijêr hatine hilawisin (Wêne: AA)
Xelfetiya ku di bin ava Bendava Bîrecikê da ma, Komîteya Kordînasyonê ya Navneteweyî ya Cittaslowê di sala 2013an da tevî lîsteya "bajarên aram" kir.
Xelfetî bi malên xwe yên kevir ên dîrokî û xweşikiyên xwe yên siruştî va wek "bihuşta veşartî" ya Başûrê Rojhilatê tê pênasekirin.
Raveka wêneyî: Guleka ku rengê wê reş e û bi tenê li navçeya Xelfetîyê ya Rûhayê çêdibe (Wêne: AA)
Li kêleka Çemê Feratê serayek hat çêkirin û di serayê da danîna gula reş dest pê kir.
Gula reş salê du caran gul vedide. Carekê biharê carekê jî payîzê gul vedide. Ji bo ku zêdetir were danîn li qeraxê çêm qadên nû wê werin vekirin.
(MB)
*Çavkanî: İbrahim Atmaca/AA