Nivîskar Gula Almastê wê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, behsa romana xwe ya nû ya bi navê "Xeleka Xeyalên Bê Ezman" bike.
Bername wê 19ê Sibatê, saet 17.00ê bi hevkariya Weşanxaneya NAyê pêk were. Di bernameyê de Mevlut Ogûz wê moderatoriyê bike û piştî gotubêjê Gula Almastê wê pirtûka xwe îmze bike.
Derbarê Gula Almastê de
Gula Almastê, di sala 1971ê de li gundê Sanoyê ji dayîk bûye. Bi eslê xwe ji gundê Azatê yê Qersê ye. Li Zanîngeha Anadolûyê beşa civaknasiyê qedandiye. Dem bi dem di rojnameya Xwebûnê de dinivîse. Çîroka wê ya bi navê ‘Bêxîreto’ di ‘Antolojiya Êşên Jinan’ de çap bûye. Pirtûka Zerdeşt Cemal ‘Sûr û Toledo’ ji tirkî ji bo kurdî wergerandiye. "Xeleka Xeyalên Bê Ezman" yekem romana wê ye. (FD)