Dengdan û axavtinên li meclise dewam dike. Roja şemiyê qanûnên 9.,10., 11. û 12. ji meclisê derbas bû.
Vaye naveroka wan qanûnan û encama dengdanên hatine kirin bi vî rengî ne:
Qanûna 9.
Li gorî vê qanûnê hewl didin ku eger ji vir şûnde ji bo derbarê serokomar de lêpirsîn were vekirin divê li meclisê dengdan were kirin û 3/5ê parlementeran dengên erê bidin. Eger encam bi vî rengî nebe kes nikare derbarê serokomar de lêpirsîn vebike.
Li gorî naveroka wê qanûnê; ji ber ku saziyên weke wezîrtî û serokwezîrtî tên rakirin dê êdî kesên wan wezîfeyan pêk anîne ji biryar û îmzeyên xwe bêpirsyar in.
Dengdan: 343 erê, 137 na, 3 vala, 2 betal
Qanûna 10.
Heta niha dema serokomar biçûya derveyê welêt an di nexweşî û wezîfeberdanê de Serokê Meclisê heta hilbijartina nû dewsa serokomar de wezîfe bi cih dianî. Li gorî vê qanûna ku ji meclise derbasbû dê êdî ew wezîfe di destê Alîkarê Serokomar debe.
Di naveroka vê qanûnê de paywîrên alîkarên serokomaran jî cih digre. Dê serokomar bi xwe alîkarên xwe diyar bike. Ji bo dadkirina wan alîkaran jî divê li meclisê dengdan were kirin û 3/5ê parlementeran dengên erê bidin. Eger encam bi vî rengî nebe kes nikare derbarê serokomar de lêpirsîn vebike.
Dengdan: 343 erê, 135 na, 3 vala, 2 betal.
Qanûna 11.
Li gorîvê qanûnê jî dê hilbijartinên parlementoyê û serokomartiyê di heman demê de were kirin, kesek wê cara duyem bikaribe bibe serokomar û dema wezîfekirina serokomarê jî dê 5 sal be.
Ji bo nûkirina hilbijartinan û hilbijartina pêşwext divê li meclisê dengdan were kirin û 3/5ê parlementeran dengên erê bidin.
Dengdan: 342 erê, 134 na, 1 bêbiryar, 5 vala, 2 betal.
Qanûna 12.
Qanûna 12. a di pakêta guhertina makeqanûnê ku AKPê pêşniyar kiriye de cih girtibû jî di encama degdanê de ji meclisê borî.
Li gorî vê qanûnê jî êdî serokomar dê bikaribe rewşa awarte îlan bike.
Dengdan: 344 erê, 133 na, 2 vala, 3 betal.
Encamên dengdanên heta niha hatine kirin wiha ne:
Dengdana qanûna 1.: 484 deng hat bikaranîn, 347 erê, 132 na, 2 bêbiryar, 2 vala û 1 betal.
Dengdana qanûna 2.: 480 deng hat bikaranîn, 343 erê, 133 na, 1 bêbiryar, 2 vala û 1 betal.
Dengdana qanûna 3: 485 deng hat bikaranîn, 341 erê, 139 na, 3 vala ve 2 bêbiryar.
Dengdana qanûna 4.: 486 deng hat bikaranîn, 343 erê, 139 na, 2 betal û 2 vala.
Dengdana qanûna 5.: 354 deng hatin bikaranîn, 343 erê, 7 na, 3 vala, 1 betal.
Dengdana qanûna 6.: 483 deng hatin bikaranîn, 343 erê, 137 na, 2 vala, 1 betal.
Dengdana qanûna 7.: 482 deng hatin bikaranîn, 340 erê, 136 na, 4 vala, 2 betal.
Dengdana qanûna 8.: 481 deng hatin bikaranîn, 343 erê, 135 na, 5 vala, 1 betal.
Dengdana qanûna 9.: 481 deng hatin bikaranîn, 343 erê, 137 na, 3 vala, 2 betal
Dengdana qanûna 10.: 485 deng hatin bikaranîn, 343 erê, 135 na, 3 vala, 2 betal.
Dengdana qanûna 11.: 483 deng hatin bikaranîn, 342 erê, 134 na, 1 bêbiryar, 5 vala, 2 betal.
Dengdana qanûna 12.: 482 deng hatin bikaranîn, 344 erê, 133 na, 3 bêbiryar, 2 vala, 3 betal.
(HK/NV/YO)