Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Karl Marx, gava hîn demokratekî lîberal bû û di rojnameya Rheinische Zeitungê de dixebitî, bi bandora Hegel jî wisa bawer dikir ku dewlet li ser çîna re ye.Wisa bawer dikir ku hebûna demokrasî û hebûna mafê reya her kesî li dewletekî wê bi xwe re azadîya ekonomîk bîne û ev jî wê ji bibe sedema bextiyarîya mirovatîyê.
Lê bûyereka ku lê rast hatibû wê hemû jiyana wî û qedera mirovatîyê guherandibûna, Li Elmanyayê rêgezek ji bo keresteyan hatibû derxistin. Xwedîyên erd û daristanan wisa kiribûn ku gundîyên ku ji erd û daristanan ji bo germkirin û çêkirina xwarinê êzingan bidine hev bên cizakirin.
Mirovên ku ji bo îhtîyacên xwe têkilîyek bi daristanan re danîne, û qîmetê van daristanan dizanin, êdî ji bo ewlehîya civakê weke xetereyekê dihatine dîtin. Ewlehîya mulkîyeta xwedîyên wan daristanan êdî bûbû pirsgirêka ewlehîya netewî jî. Lewra dizî nedihate qebûlkirin! Feqîrî jî ne pirsgirêkeka ewlehîyê bû.
Bûna gefekî ji bo ewlehîyê
Marx, piştî ku bandora vê rêgezê (Rêgeza mafê mulkîyeta daristanan) li ser mirovên belengaz dibîne dest bi pirsîna îdeala dewletê dike ku wî heta wê demê bawerî bi van îdelan dianî. Hîn 24 salî bû Marx. Piştî nivîsîna 5 gotarên li hemberî vê rewşê êdî qîmetê wî jî li rojnameyê nemabû. Êdî ew ji bo ewlehîyê xetereyek bû, hate desteserkirin, hate sansurkirin. Piştî van bûyeran bu du salan dê di nivîsên xwe yên Destnivîsên Felsefî û Ekonomîk de bigota ‘’Xweza bedena mirovatîyê ya înorganîk e’’.
Wî digot; ku mirov perçeyek ji xwezayê ye, mirov bi keda xwe jê dixwe, xwe pê germ dike û îhtîyacên xwe yên din pê dibîne, yanî mirov perçeyek ji xwezayê ye lê bandora mirov jî li ser xwezayê heye. Paşî, dê wî bi têgeha Qelişîna Metabolîk dûrketina mirovî ji xwezayê û bandorên vê dûrbûnê îzah kiribûna.
Bi kurtasî Marx, piştî di dema xwe de şahidî van tiştan dibe êdî fikra wî diguhere ser fikrekî radîkal, dikeve fikara ‘’Ne dewletê, sîstemê biguherîne’’. Îro jî nifşê ciwan gava bi guherîna îklîmê re mucadeleyê dikin ji bo sîstemê weke xetereyeka ewlehîyê tên dîtin ji ber ku ew jî di pêvajo û guherîneka radîkal de derbas dibin.
Ewlehî û cîyên bi şirîkayî
Piştî van têginîyan bi qasî 100 salan, li ser mijara xweza, mûlkîyet û ewlehîyê nîqaşeka nû vedibû. Gotara ku Garret Hardin di sala 1968an de bi serenavê Trajedîya Şirîkan weşandiye dibe sedema destpêkirina vê nîqaşa nû.
Hardin, wisa îdîa dikir, digot ku; daristan, deşt, av, gol û heyînên nakevin bin mulkîyeteka taybet an mulkîyeteka civakî bêguman wê ev heyîn tev bibin tune.
Digot ku ger ev heyîn wek şirîkatîyê bên dîtin wê dawîya vê yekê trajedî be. Sê tişt dibûn sedema hilweşîna şirîkatîyê; ji ber reqabetê bikaranîneka pirr zêde (ev yek bi mînaka gundîyên ku pezî li deştê didin çêrandin tê dayîn), qirêjî û zêdebûna nifûsê. Lewra jî Hardin bi awayekî eşkere sênckirin diparast, û li gor parastina wî ji bo sênckirinê jî mecbûrîyeta mulkîyeta taybet nînbû. Mulkîyeta dewletê jî dibû, ku tapuya wê ji xwe re çêkiriba û bikaranîn û çandina wê jî girêdayî xwe kiriba.
Her weha, ji bo bikaranîn û rêvebirîya van cîyan jî zext hewce didît, zexteka ku bi hevparî hatî qebûlkirin. Bi vê yekê, bi van pêşnîyaran Hardin dikir ku heyînên xwezayî diketin nava têkilîyên semyanîyê û parastin û rêvebirîya wan jî dibû meseleyeka ewlehîyê.
Îtiraz
David Harvey, yek ji Marksîstan e ku li hemberî vê têgehkirina Hardin radibe, îtiraz dike. Harvey bi tespîteka girîng, di Bajarên ‘Asî de, dest bi îtiraza xwe dike. Ev tespît îro hem bersivekê dide wan argumanên ewlehîyê hem jî rêyeka xilasîyê li ber me dixe.
Hardin, di mînaka xwe yî çêrandina mêşinê de dibêje ku xwedîyên pez bi reqabeta çêrandina mêşineka zêde dibin sedem ku xisar li mêrgê tê kirin. Li gor Harvey jî sedema vê xisarê ne çêrandina mêşinan û bikaranîna şirîkatî ya vê mêrgê ye, sedema vê xisarê reqabeta di navbera xwedîkirina pezî de ye. Yanî reqabeta di pêşveçûna endustrîya ajaldarîyê ye.
Piştî Hardin bi 50 salan, em nizanin çiqas heyînên bi şirîkayî mane di destên me de, ku neketine destên semyanan, lê eşkere ye ku tiştên mayîn jî ji ber guherîna îklîmê bi lezgînî ji dest me diçin, derdikevin.
Muşterekên di dest me de mane
Amazonan mînaka Hardin rast derxistin lê bi şiklekî din. Ji bo zevî bên çêkirin daristan tên şewitandin. Bolsonaro jî di derbarê sênckirinê û gotina ‘daristan kezeba diyaya me ne’ de wiha dibêje: ‘’Dûrû aqilane ye ku mirov bêje Amazon mîrasa mirovatîyê ne û ‘daristan kezeba dinyaya me ne’, bawerkirina van derew û hîleyan sedema pirsyarkirina desthilatdarîya me ye’’.
Helbet niştecihên ku daristanên xwe dipazrêzin jî dibin pirsgirêkeka ewlehîyê. Piştî ku daristan tê şewitandin şirîkatî radibe û êdî ew der dibe mulkîyetek. Yanî sênckirina di vê mînakê de dibe sedema trajedîyeka mezin.
Em werin ser mijara xwe. Bi kurtasî, Min xwest bidim zanîn ku sedema derketina krîzeka ekolojîk ew e ku xweza weke malê bazirganîyê bê dîtin. Sedema vê yekê ew ku xwezayê biêxin nava têkilîyên mulkîyetê, çi bi destê dewletê bê kirin ev yek çi jî bi destekî taybet.
Li gor ravekirina Marx a di Kapitalê de her tiştê di bin sîstema kapîtalîzmê de, ya ‘’danehevî ji bo danehevîyê, hilberîn ji bo hilberînê’’, ji bo ewlehîyê dibe rîsk û xetere. Her tiştê ku dikeve ber danehevîya sermayeyê. Niha em dikarin li ‘çavkanîyên xwezayî’ yên ku wê di nava çend salan de ew jî xilas bibin û her rojê şerê li ser wan tê kirin mezintir û berberlavtir dibe jî binêrin, şer û krîza ku di çavê sermîyanan de wek ‘krîzeka ewlehîyê’ tê dîtin.
Ewlehî û pîvana sosyo-ekolojîk a guherîna îklîmê
Guherîna îklîmê bi awayekî rasterast û nerasterast badorê li ser welatan dike û dibe sedema guherînên civakî û ekolojîk. Ev guherîn ji hêla welatan ve wek xetere û pirsgirêkên ewlehîyê tên dîtin. Bandorên rasterast; bilindbûna sewîyeya behrê, şilîya zêde, şape, ziwayî, bahoz, firtone û zêdebûna van bûyerên xwezayîn yên bi vî şiklî yan jî bilindbûna tesîra van bûyeran. Em behsa tesîrên rasterast ên li wî welatî dikin. Di vê rewşê de, jiyana bi milyonan mirovan dikeve xetereyê, yan koçkirina van mirovan, ji bo dewletê dibe pirsgirêkeka netewî.
Li gor lêkolîneka di meha Adarê de hatî weşandin, di %40ê herêmên ku mirov lê dijîn sewîyeya germahî û hêm bilind dibe, tê sewîyeyeka ku mirov nikaribin lê bijîn. Pispor û zanyaran ragihand ku ji ber guherîna îklîmê, di demeke nêz de wê germahî û hêma van herêman bê sewîyeya ku mirov nikaribin lê bijîn.
Ji bo welatên ku li van erdnîgarîyan in, rewş hatiye wê radeyê ku reva ji vê rastîyê nemaye, êdî bûye meseleya hebûn û nebûnê. Ev welatên ku di bin van xetereyan û tûnebûnê têne tehdîtkirin, guherîna îklîmê bi xwe weke pirsgirêkeka ewlehîya netewî dibînin. Birçîbûn, nexweşî, bêkarî û koçkirin reva van welatan ji van tune ye. Lê welatên din, ancax penaberên ji van welatan koç dikin weka xetereyê dibînin ji xwe re.
Yek ji mînakên herî dawî yên guherîna îklîmê, ku rasterast bandora wan li ser welatan heye, di mehên borî de li Hindîstanê pêk hat. Li Bakurê Hindîstanê, li bajarê Uttarakhandê ku li Rojavayê Hîmalayan e, qetekî qeşayê kete ser bendavê û bû sedema şapeyekî, bi dehan mirov di vê şapeyê de mirin û xisara wê gihaşte 200 kesî. Gund hatin valakirin. Zanyaran, berê eşkere kiribûn ku qeşaya li Hîmalayan di sewîyeyeka radîkal helîyane. Dewletên Yekgirtî (BM) jî, tenê berî du hefteyan bi vê buyerê hişyarîya xetereyên li wan herêm û bendavan kiribûn, felaketên ku pêkhatina wan ji ber germahîya cîhanî pêkan e.
Li van welatên ku ev bûyer lê diqewimin, bêkarî, birçîbûn, penaberî û pirsgirêkên wek van derdikevin lê bi piranî ancax gava felaketên mezin biqewimin li xwe diheyirin. Ev jî helbet bi tetbîqatên ewlehîyê pêk tên.
Penaberî, penaberîya ku weka pirsgirêgeka ewlehîyê tê dîtin
Dema em dibêjin ji hêla sosyo-ekolojîk ve bandorên ne rasterast ên guherîna îklîmê yên li ser welatan; em behsa bandora bûyerên li welatine din diqewimin lê tes’îra wan li welatine din tê dîtin û bihîstin dikin. Bi piranî jî ev bandora behs li serê tê kirin ‘penaberî’ ye. Reva van komên mezin a ji tesîrên krîzên ekolojîk, ji hêla welatên din ve wek xetereyekê tê dîtin.
Li gor rapora bi navê ‘’Climate Change, Migration and Displacement’’, rapora ku Enstîtuya Pêşkeftina Welatên Derveyî Deryayê û Programa Pêşkeftina Welatên Yekgirtî (UNDP) weşandiye, wê di sala 2050î de ji ber guherîna îklîmê û sedemên girêdayî vê guherînê ne 200 miluon mirov mecbûr bimînin ku welatên xwe malên xwe terk bikin, wê mecbûrî penaberîyê bibin.
Li gor rapora Sazîya Penaberîya Navnetewî ya 2018an jî, ji sala 2008an û vir de her sal nêzî 25.3 milyon kesî ji ber felaketan cî û warê xwe diguherînin. Ji ber van felaketan penaber li 118 welatan belav bûne. Gava mirov ji hêla tundkarî û şerî li meseleya penaberîyê dinêre mirov dibîne kesên ku ji ber van sedeman koç kirine tenê li 37 welatan belav bûne, yên mayî jî ji ber van felaketan li welatên din, gava mirov vê yekê dide ber çav tê dîtin ku ev mesele her kes û welatî eleqedar dike. Di sala 2016an de hejmara kesên penaber bûne 24.2 milyon e, ji van jî 23.5 milyonî ji ber şape, firtone û sedemên wek van koç kirine. Yanî ji %97ê van kesan.
Şerê navxweyî yê Surîyeyê
Piştî destpêkirina şerê Surîyeyê, em şahidî mînakên herî mezin ên koçkirin û pirsgirêkên ewlehîyê bûn. Li ser rola ziwahîyê ya di şerê navxweyî de nivîsên cûr be cûr derketibûn, hatibûn weşandin.[1] Ziwahîya di salên 2006-2010an de pêk hatî wek sedemekê hatibû bi pêşxistin. Di sana 4-5 salan de 1-1.5 milyon kesî koçî bajaran kiribûn û nifûsa belengazên bajaran zêde kiribûn, bûbûn sedema pirsgirêkên belengazîyê.
Dema şoreşê dest pê kir, ev girse, bi awayekî aktîf tevlî xwepêşandanan bûn. Şerê navxweyî bûbû sedema derketina DAÎŞê (ISIS) ku DAÎŞ jî pirsgirêgeka ewlehîyê yî cîhanî bû. Her weha koçberîya bi milyona Surîyeyîyan, koça wan î ber bi Ewropayê û êrîşên DAÎŞê yên li Ewropayê bûbû sedema ku hemû cîhan koçberîya wan weka xetereyekî bibîne. Lê gava mirov li ser tesîrên muhtemel ên guherîna îklîmê difikire, mirov dibîne ku şerê navxweyî yê Surîyeyê û bûyerên pê ve qewimîn ancax destpêkek e.
Çerxa nakokîya, pevçûna, avê
Di rapora taybet a IPPCyê di Cotmeha 2018an de weşandibû de, di rapora ‘1.5 derece’yî de, hatiye diyarkirin ku bilindbûna germahîyê bi pileyekî dibe sedema zêdebûna baranên xurt. Herweha dibe sedema zêdebûna van baranên bi vî şiklî, ji %14 zêde dike. Di navbera têkilîya şer û ziwabûnê de yek ji lêkolînên herî balkêş ew bû ku Marcus King li ser şerên Surîye, îraq, Nîjerya û Somalîyê lêkolîn kiribûn û grafîkeka ‘çerxa nakokîya avê’ derxistibû holê.
Li gor vê, mînakên wek; zêdebûna germahîyê, kêmbûna avê, rewşên nebaş ên hewayê, xilasbûna ava binê erdê û hwd faktorên bi vî şiklî dewletan qels dikin. Îcar di encama van faktorên stressê de, hilberîna xwarinê qelsbûn dibe û cotkar mecbûr dimînin ku koçên girseyî bikin, koçên navxweyî û derveyî.
Di encama van koçan de, ev penaber dibine qurbanên komên çekdar. Herweha carinan dibine perçeyek ji van koman, dikevine destên wan. Ji hêla din ve yên ku koçî welatên din dikin di sînoran de bi tundkarîya li ser sînoran re jî rû be rû dimînin. King, di gotara xwe de behsê dike bê rêxistinên çekdar ên wek DAÎŞ, Eş-Şebab û Boko Haram çawa avê jî weka çekekê li hemberî mirovan bi kar tînin.
Bandora Guherîna îklîmê li Turîzmê
Bandora guherîna îklîmê, ya rasterast a li ser artêşên dewletan yek ji pirsgirêkên netewî ye ku li asta herî jor de cîyê xwe digre. Herweha dewletên ku înkara îklîmê dikin jî gava mesele dibe artêş û reqabeta ‘eskerî pirr realîst in û cidî ne.
Tê zanîn ku artêşa DYEyê ji sala 1980yan ve li ser guherîna îklîmê û bandora wê yî li ser ewlehîya netewî raporan amade dike. Lê di derbarê kêmkirina belavkirina karbonê tu raporên û planên wan ên hevqasî kevin tune ne. Di raporeka di sala 2019an de li ser bandorên guherîna îklîmê, ji bo Wezareta Parastinê ya DYEyê hatî amadekirin de behsa tesîrên guherîna îklîmê yên li ser artêş û operasyonên DYEyê tên ravekirin.
Mînak, tê zanîn ku bilindbûna sewîyeya avê bûye sedema ku ordîgeha DYEyê ya li girava Guamê, ku li behra Pasîfîkê ye, zerar dîtiye. Xisar gihatiye bingeh û telekomûnîkasyona ekîpmanên operasyonên nava behrê û botên binê behrê jî. Di vê raporê de, tê vegotin ku herêmên leşkerî yên wekî Ordîgeha Hewayî ya Vandenbergê ku li rojavayê DYEyê ye û ordîgehên weke wê, ji zêdebûn û tundiya zêdebûna şewatan gelek caran zirar dîtine. Herweha li Ordîgeha Hewayî ya Tyndallê ya li Floridayê ye jî ji ber bahozan zirar dîtiye.
Wezareta Parastinê ya DYEyê, piştî ku Bîden wek serok hate hilbijartin, ragihandiye ku foneka bi qasî 67 milyon dolarî ye ji bo telafîkirin û sivikkirina xisarên girêdayî guherîna îklîmê ne hatiye veqetandin, ev fon ji bo sala 2021an.
Herweha hewce ye mirov vê jî bibêje; Serokê kevin ê DYEyê Donald Trump, raporên di derbarê guherîna îklîmê de yên ji hêla hêzên ewlehîyê ve dihatin înkar û red dikirin. Lê helbet ev yek nebû sedem ku artêş dev ji van analîz û lêkolînên xwe berde, lewra ev pirsgirêk pirsgirêkeka ‘ewlehîya netewî’ bû. Wan rêne din dîtibûn ku Trump qani’ bikin. Li gor raporeka Wezareta Parastinê di sala 2019an de amadekirî, nêzî 79 tesîsên eskerî ji ber ziwahî, şape, şewat û bahozan zerar dîtine û ev di vê raporê de cî digrin.
Helbet ne artêşa DYEyê tenê van raporan amade dike. Herweha platformeka cîhanî, bi navê Konseya Şêwirmendîya ‘Eskerî ya Cîhanî ya di Derbarê Guherîna Îklîmê (GMACCC) heye. Ev konsey di sala 2009an de ji hêla eskerên teqawîdbûyî ji bo balê bikişînin ser guherîna îklîmê û pirsgirêkên ewlehîyê hatiye çêkirin.
Li Cemsera Bakur tevgerên leşkerî
Bandora rasterast ya guherîna îklîmê ya cîhanî ya ji hêla reqabeta mîlîtarîst di çalakîyên leşkerî yên Rûsyayê, yên van çend mehên dawî de, bi rengekî berbiçav tê dîtin. Vê carê geşedan ne di raporan de medyaya serdest de, bi awayekî eşkere, diqewimin.
Putin, li herêma Cemsera Bakur bi komkeştîyeka mezin dest bi çalakîyên tetbîqatên leşkerî kiriye. Bilindbûna germahîya herêma Cemsera Bakur du qatan ji herêmnên din zêdetir e. Êdî zivistanan kêmtir qeşa çêdibe û qeşaya çêdibe jî ziravtir e. Ji ber vê yekê jî êdî keştîyên bazirganiyê bi rêberîya keştîyên cemedbir dikarin di wir de derbas bibin, ku berî bi niha ev yek ne pêkan bû.
Herweha wisa tê texmînkirin ku petrol û gaza xwezayî ya ku hîn nehatî kifşkirin zehfê wê jî li vê herêmê ye, hejmareka nêzî ji %22yan li vê herêmê ye li gor texmînan. Li ser van geşedanan Rûsyayê di meha Cotmehê de dest bi amadekarîyan kiribû. Di malpera rojnameya Sputnîkê, ya nûçeyan de jî nûçeyeka wiha cî girtibû:
‘’Pêkanîna peywirên sereke di warê geşepêdana binesaziyê de li herêma Arktîkê bi pêkanîna tedbîrên jêrîn pêk tê: Çêkirina herî 5 keştîyên cemedbir ên nukleerê ku ji bo her armancê guncav in yên projeya 22220ê, 3 keştîyên cemedbir ên nukleer yên" Rêber ", 16 keştiyên lêgerîn û rizgarkirina sondajan ku xwedî kapasîteyên cihêreng, 3 keştîyên hîdrografîk û 2 keştîyên şamandira.’’
Xeta Parastinê ya Xwezayî Radibe
Di sibatê de, şirketa nukleerê ya aîdî dewleta Rûsyayê ya bi navê Rosatomê, cara ewil vîdeoyeka tankêra Christophe de Margerieyê parve kiribû. Ku ev tankêr cara ewil e zivistanê, bi rêberîya keştîyeka cemedbir di rêça bi navê Rêça Behra Bakur de derbas bû. Potansîyela vê rêçê heye ku veguhastina Asya-Ewropa ya ku keştiyên kargoyê bi Kanala Suweyşê dişopînin, nîvî bike. Piştî ku ew vîdeo hate parvekirin û demeka kurt Putin, di civîna heyeta mutewellî ya Komeleya Erdnîgarîya Rûsyayê de, ragihandibû ku ew amadekarîya sazkirina fîloya herî mezin a keştîyên cemedbir dikin li Rûsyayê.
Bi helandina cemedê, Rûsya lêgerîna xwe zêde dike da ku li herêmê bêtir sotemeniyên fosîlî bibîne. Lê ew ne tenê li deverên behrê yên ku qeşa helîyaye û jê vekişîyaye, her weha li erdên nû yên ku derketî jî digerin, ku bi serê xwe pirsgirêkek e. Lewra ne dîyar e ku ev erdên nû aîdî kî ne. Mînak; di dawiya sala 2019an de, Rûsyayê ragihand ku pênc giravên piçûk ji binê cemeda helîyayî derketine.
Karbidestên Emrîkî dibêjin ku Rusya ordîgehên leşkerî yên nû li ser tixûbê xwe yê bakur bi zêdebûna rêjeya helandina cemedan ava dike, û mebest ji van ordîgehan ew e ku bi bandor deverên dûrtirîn ên Arktîkê kontrol bikin, deverên ku wê di demeke nêz de ew jî bihelin. Herweha Rûsya jî di xem û fikara xetereya ewlehîya xwe de ye, lewra gava ew cemedên Bakurê Rûsyayê bihelin ew parastina wê yî xwezayî ji holê radibe.
Ev geşedanên xemgîn tev, di heman demê de di rapora ku ji hêla Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 2019an de li ser guherîna îklîmê û ewlehiyê hatibû amadekirin de cih girtibûn. Di raporê de hatibû diyarkirin ku divê guherîna îklîmê di warê parastina aşitî û ewlehiya navneteweyî de wekî pirsgirêkek lezgîn were çareser kirin.
Aktîvîzma îklîmê, wek pirsgirêkeka ewlehîyê
Yek ji encamên mîsoger ên guherîna îklîmê jî ew e ku wê tevgerek afirand ku dixwaze guherîna îklîmê bide sekinandin. Lêbelê, aktîvîzma îklîmê jî wekî pirsgirêkek ewlehiya neteweyî hatiye hesibandin, çawa ku tevgera karkeran an tevgera mafên sivîl bû ji bo ewlehîyê weke xetereyê hatine hesibandin.
Her ku têgehên wekî eko-terorîzm, îklîm, jîngeh û tevgera vegan bilin dibin; ew ji hêla komên muhafezekar, komên kevneperest û rastgirên tund ve hatin bikaranîn, û carinan li dadgehan hatin bikaranîn. Di salên 2000-an de jî pirtûk li ser vê mijarê hatin nivîsandin. EcoTerror: The Violent Agenda to Save Nature: The World of the Unabombeya Ron Arnold yek ji pirtûkên herî tê zanîn e.
Xala hevpar a van pirtûk û gotarên wekhev ev e ku ew parêzbendiya milkê taybet diparêzin. Tawanbariya çalakîyên tundkarî û terorê li çalakîyên li dijî çewlig, bendav û kanên me’denê tê kirin. Dema ku vî karî dikin, êrişên teqîna bendavan derdixin pêş ku ev êrîş û çalakî jî gelekî bi hejmareka kêm in.
Wan çalakîyên aştîyane ku ajalên li çewlig an jî di mebexaneyan de ne azad dikin, wekî terorîzm, tundkarî û êrişên li dijî mafên milkiyetê bi nav dikin. Ji hêla din ve, yên ku rastî êrişên terorîstî tên ev in; cinsên ber bi wendabûnê ve ne, gelên niştecih, gundî û çalakvanên ku bi karanîna mafên xweyên demokratîk hewl didin talanê rawestînin.
Bi Nazîyan re di heman lîsteyê de ye
Rêxistina ‘Serhildana Hilweşînê’ (Extinction Rebellion), sala borî hîn pandemî berbelav nebûyî, li İngilîstanê polîsê dijî-terorîzmê ev rêxistin êxistibû nava kom û rêxistinên ku ewlehîya netewî tehdît dikin (yanî nava lîsteya kom û rêxistinên çekdar û nazîyan)
Dirûstkirina vê yekê jî wiha hate şîrove kirin: “ev koma ku felsefeya wê dijî-sazkirinê ye, ku di bingeha xwe de guherîna pergalê dihewîne; bala zarokên di temenê dibistanê de ne ku hîn heya wan ji tu tiştî tune ye bala û mezinan dikişîne. Tevî ku kampanya tundkarîya li dijî kesan di xwe de nehewîne jî, teşwîqa çalakîyan û binpêkirina qanûnan dike."
Wezîrê Jîngehê yê Bolsonaro jî di Cotmeha 2019an de bêyî ku delîlekî nîşan bide îdîa kiribû ku rijandina petrolê li perava Brezîlya, bi zanebûn, ji hêla keştiyeka Greenpeace ve hate kirin. Di derbarê mijarê de jî wiha gotibû; ‘’Li gorî min, ev çalakiyeka terorîzmê ye. Greenpeace, li gorî min tenê me aciz dike û vê dixwaze. "
Bangewazîya zanyaran
Di encama van geşedanan de meha Nîsanê, ji 32 welatan 429 akademîsyen û zanyar nameyeka vekirî bi sernavê "Dest ji krîmînalîzekirina xwepêşandanên îklîmê yên tundkarîyê nahewînin berdin" weşandin. Zanyaran bangewazî kiribûn ku dawî li van kiryarên antî-demokrat, ku mirov di fikarê de dihêlin, were anîn.
Bangewazîya zanyaran tenê ji bo dwletan bû lê mixabin aktîvîstên îklîmê ne tenê ji hêla dewletan ve weke xetereyekî têne dîtin. Carcaran ji hêla kes, çete û şîrketan ve jî weke hedefekê tên dîtin û destnîşankirin.
Mînak, Francisco Vera, çalakvanekî îklîmê ye. 11 salî ye û ji Kolombiyayêye wî Greta Thunberg ji xwe re mînak girtibû, Francisco gefên kuştinê xwaribûn. Li gorî rapora Global Witnessê, Kolombia di sala 2019ande bi kuştina 64 çalakvanên jîngehê, wekî welatê herî xeternak ê çalakvaniyê hate binav kirin.
Şîrketa Energy Transfer Partnersê, di doza ku li dijî komên berxwedêr ên li dijî projeya DAPLê ya xeta borîya mucadeleyê dikin vekiribûn de komên Greenpeace, Earth First û komên din bi kirina çalakîyên terorî tawanbar kiribûn. Herweha hatibû eşkerekirin ku CEOyê Amazonê Jeff Bezos jî, ku di cîhanê de mirovê duyemîn ê herî dewlemend e, di derbarê Greta Thunbergê de agahî dane hev.
Li gorî belgeyên Viceyê bi dest xistine, Navenda Ewlekarîya Cîhanî ya Amazonê rêxistin û tevgerên li dijî operasyonên şîrketê weka tehdîteka potansîyel dibîne tespît dike û dişopîne. Komên ku di van belgeyan de hatine behs kirin; Serhildana Hilweşînê (Extinction Rebellion), Greenpeace, û ya ji Greta Thunbergê ve bi navê Fridays for Future hatî destpê kirin bûn.
Wek Encamekê
Gerstêrka me, dinyaya me, bi awayekî lezgîn germ dibe. Krîza îklîmê di qadên weke jiyan, ekonomî û polîtîkayê de her kurtir dibe û xaleka diyarker e di van qadan de. Tesîrên krîza ekonomîk a cîhanî ya 2008an hîn jî derbas nebûne. Yanî rêjeyên qazancê ku li bendê bûn piştî krîza aborî dîsa zêde bibin, zêde nebûn. Tu êjeyên mezinbûna pêş-krîzê tune ne. Di dema kêmbûna aboriya cîhanî de, krîza îklîmê dest pê kir ku bandorên xwe bi awayekî radîkal nîşan dide.
Ev her du krîzên di asta cîhanî de bûn sedema hilweşîna navenda siyasî. Dinyayê dest bi nîşandana elametên krîzên polîtîk kir, wek; qeyranên sîyasî, serhildan, şoreş, şerên navxweyî, bilindbûna rastgirên radîkal û hwd. Di ser ev qas tişan de jî krîzek pandemîk derkete holê.
Krîzên li ser hev siwar bûne, yeko yeko di asta şîrketên netewî û ekonomîyên netewî yên dewletan de pêşbazîyê dijwartir dikin. Reqabet û bêîstîkrarî dibe sedem ku koma sermayeya cîhanî, ya ku bi % 1î tê bi nav kirin hema hema li ser lingan bimîne. Li çaralîyê dinyayê serhildan berdewam in. Bi mîlyonan çalakvanên îklîmê yên ciwan, ku hêj ne 18 salî ne jî , di şert û mercên pandemîyê yên xeternak de jî dikevin grevan û derdikevin kolanan. Girseyek bêhempa ku bi qasî 250 mîlyonî ye li Hindistanê dest bi grevê dike. Jin di 8’ê Adarê de grevên jinan li dar dixin. Serhildana Hilweşînê (Extinction Rebellion) li Londonê, çalakvanên Black Life Mattersê li bajarên DYEyê, Kesên bi Êlekên Zer li Fransayê, dijberên darbeyan li Myanmarê û dijberên monarşîyê jî li Taylandê rêyan digirin. digirin. Em di serdemek guherîna radîkal de ne ku li dijî pirsgirêkên gerdûnî, cîhanî, bi hev re di têkiliyê de ne û bi girêdana her pirsgirêkê bi pirsgirêkeka din re bilind dibe.
Di gava ku tu we’d û sozên kapîtalîzmê namînin de polîtîkayên kapîtalîzmê yên ewlehiyê derdikevin pêş. Dirûşma Rozaya Luksembûrgê "an sosyalîzm an barbarîzm" a ku di nav guherîneka bi vî rengî de hatî gotin, ji hêla Chomsky ve wekî "an enternasyonalîzm an tunebûn" tê nûve kirin. Ji ber vê yekê dewlet zorê didin tundiyê, û tundîyê bi kar tînin. Êdî parastina mal û berhevdana sermayeya kêmanîyên global pir zehmet e.
Ruhek, xeyaletek, li her goşeya gerstêrkê digere. Xeyaletê wan qerebalixan e, ew qerebalixên ku li hemberî wan kesên ku daxwaza guherînê asteng dikin û dibêjin ‘’Hûn çawa diwêrin vê yekê?’’. Astengkirina wê tenê bi zextên mezin pêkan e, û heger pêş ve biçe, dê deriyê cîhaneka nû vebibe.
(OO/SO/VU/AY)
Rêzenivîsa Heyama ku Îklîm û Dinya Diguhere*
Destpêk: Jiyana me, di dema em dijîn de dibe dîrok!- Ömer Madra
1/ Welatekî li derveyê polîtîkayên îklîma cîhanî: Tirkîye- Ebru Voyvoda
7/ Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û 'edeleta civakî - Ece Baykal Fide
8/ Zanist, têkoşîn û huner dikarin mirovan li hev bicivînin - Yasemin Ülgen
9/ Enerjiya paqij e yan xiyanet? - Serkan Ocak
10 / Êdî dem dema rawestandinê ya xurtbûna aborî ye- Gökçe Yeniev - Fikret Adaman
11/ Dema ku penaberên îklimê hatin û li derê me xistin- Mehmet Mücteba Göktaş
[1] de Châtel, Francesca (2014), “The Role of Drought and Climate Change in the Syrian Uprising: Untangling the Triggers of the Revolution”, Middle Eastern Studies; Gleick, Peter H. (2014). “Water, Drought, Climate Change, and Conflict in Syria” American Meteorological Society. 6: 331-340