Konsera Grup Yorumê. 2015 - Îzmîr
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Grup Yorumê ji bo konserekê li Yenikapiyê pêk bînin serlêdan kiribû. Walîtiya Stenbolê destûr nedaye Grup Yorum konserê pêkbîne. Derbarê desturnedana Walîtiyê de Grup Yorumê daxuyanî daye û gotiye, “Hevrê yên me ji bo ku konserê pêkbînin bedel dan, em ê xeyala wan a konserê pêkbînin”
Grûp Yorûm nerazîbûn nîşanî redkirina serlêdana wan a ji bo konsera li Yenîkapi ya Stenbolê daye û gotiye: "Me bi berxwedana xwe astengî yek bi yek rakir, em ê vê astengiyê jî rakin. Em ê konsera xwe pêk bînin. Bi qedexeyan hûnê nekarin me bêdeng bikin."
Gup Yorumê destnîşan kiriye û gotiye"Karê me yê ji bo konserê wê bidomin. Me soz dane Helîn û Îbrahîm. Helîn û Îbrahîm ji bo konserê li dar bixin tevlî karwanê nemiran bûn. Wê bi qedexeyan û zextan nikaribin Grûp Yorûm ku dengê bi milyonan mirovî ye bêdeng bikin. Ji ber ku strana me ya nemir Helîn Bolek dinya rakir ser piyan. Îbrahîm Gokek ê ku dilê wî stêrk bû, gelên dinyayê kir yek. Grûp Yorûm gelên dinyayê ye. Me heta niha astengiyên li pêşiya xwe bi berxwedanê yek bi yek rakir. Em ê vê astengiyê jî rakin û konsera xwe pêk bînin. Em ji vir radigihînin."
Li gorî kê û li gorî çi guncan nîne?
Grup Yorumê di daxuyaniyê de gotiye: “Di teblîgatê de hatiye gotin ku ‘li gor walitiyê guncan nîne.’ Li gorî kê, li gor çi guncan nehatiye dîtin? Ji bo destur nedana konserê çi sedemek nîne. Tirsa wan ewe ku di wê qadê de bi mîlyonan kes dirûşmên Serbixwebûna Tirkiyeyê û yên daxwaza edaletê bavêjine.”
Grup Yorumê ragihandiye ku wê li Dadgeha Îdareyê ya Herêmê li ber biryara redkirinê rabin û wê astengiyê ji pêşiya xwe rakin.
Çi bûbû?
Grûp Yorûm di Navenda Çandê ya Îdîlê ya Stenbolê da xebatên xwe bi rê ve dibe. Ev navend di 2 salê dawîn da ji 10 caran bêtir rastî serdegirtina polîsan hatiye. Di dema serdegirtina da gelek kel û pel û enstrûmanên grûbê hatine şikandin û wendakirin. Herweha defterên notayên muzîkê û qeydên stranan zerar dîtine
Li gor daxuyaniya Grûp Yorûmê di serdegirtinan da heta niha 30 kes hatine girtin û hê jî endamên Grûpê yên girtî hene.
Îbrahîm Gokçek û Hêlîn Bolek daxwaz kiribûn ku “Bila qedexeyên li ser konsertên wan bidawî bibin, polîs negire li ser navenda wan a çandê û endamên wan ên girtî serbest bibin.” Gokçek û Bolek bi van daxwazan dest bi greva birçîbûnê kiribûn û paşê jî weguhestibûn rojiya mirinê. We demê her du jî girtî bûn.
Bolek di 20ê Çiriya Paşiyê ya 2019ê de, Gokçek jî di encama rapora Tiba Edlî de 20ê Sibata 2020an hatibûn tehliyekirin.
Helîn Bolek 3yê Nîsana 2020an de can dabû. Bolek dema can da, 288 roj bûn ku di rojiya mirinê de bû. Gokçek jî di 323yem roja xwe ya rojiya mirinê de, ango di 7ê Gulanê de can dabû. Piştî ku komê serî li Walîtiyê dabû û daxwaza konsertê kiribû Gokçekî di 5ê Gulanê de dest ji rojîya mirinê berdabû. (AS/AY/FD)