Nivîskar Şêxo Fîlîk wê 16ê Sibatê li Yenî Sahneya Êlihê behsa çîroknûsiyê bike. Gotûbêja Filîkî wê saet di 15.00ê de dest pê bike.
Nivîskar Şêxo Fîlîk her weha piştî gotûbêjê wê pirtûkên xwe îmze bike.
Derbarê Şêxo Fîlîkî de
Nivîskar û wergêr e.
Di sala 1982yan de li Semsûrê ji dayîk bûye. Beşa mamosteyîya seretayî qedandîye. Nivîs û wergerine wî di hin kovar û rojnameyên bi kurdî û tirkî de hatine weşandin.
Berhemên wî:
Kurteçîrok:
Hebanoka Çîrçîrokan, Weşanên Şarevanîya Batmanê, 2013
Bêbavî, Weşanên Avesta, 2015
Werger:
Biraz Dolaşacağım (Ez ê Piçekî Bigerim), bijarteya kurteçîrokên nûjen ên ji Kurdî bo tirkî wergerandî, Weşanên Can, 2016
Xelatên ku wî wergirtine:
Xelata Mansîyonê ya Pêşbazîya Çîrokan a Abdullah Duran
Xelata Duyemînîyê ya Pêşbazîya Çîrok û Helbestan a Hüseyin Çelebi
Çavkanî: kurdilit.net
(FD)