Gokhan Guneşê ku hatibû revandin vegeriyayê mala xwe

Fotograf: EHB / Twîtter
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Îkîteliya Stenbolê di 20ê Kanûna Paşiyê de Gokhan Guneşî bi darê zorê kiribûn wesayîtê û revandibûn. Gokhan Guneşê ku ji wê rojê heta niha agahî jê nedihat stendin vegeriyaye mala xwe.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Etkînê(ETHA) kesên ku Guneş revandine di saet 06.00ê sibê de bi awayekî çavê wî girtî bûye ew li Bahçeşehîrê danîne û piştre Guneşî bi dervetên xwe vegeriyaye mala xwe.
EHMyê daxuyanî daye
Buroya Hiqûqê ya Bindestan(EHB) li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî daye û weha gotiye:
“Miwekîllê me Gokhan Guneş kêliyek bere hat mala malbata xwe ya li Îkîtelliyê. Piştî ku em bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin em ê di nava rojê de daxuyaniyek berfireh bidin. Em spasiya hemû wan kesên ku ked dane Gokhan were dîtin, dikin.”
(TP/AY)