Cemal Tanhanê ku li Eskîşehîrê li beşa nexweşên giran de derman dibû di encama serlêdana Komeleya Mafên Mirovan(IHD) de hat berdan. Her weha Emîn Soyalê 78 salî jî ku ji sedî 91 astengdar e û dile wî bi pîlan dişuxule serbest bû.
Tanhan li Girtîgeha Tîpa Fya Bolûyê girtîbû û piştî ku felç bû di 23ê Çiriya Pêşiyê de biribûn nexweşxaneyê.
Biryara serbestbûna Tanhan dema ew di beşa nexweşên giran de derman dibû hat dayîn.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, ji bo berdana Tanhan di sala 2023yan de 4 caran serlêdan kiribû, lê belê tu encam ji van serlêdanan dernektibû. Komeleyê herî dawî ji bo berdana Tanhan di 9ê Çiriya Pêşiyê de serî li Malên Tewqîfê (CTE), Komîsyona Vekolandina Mafên Mirovan a Meclisê, Dozgeriya Girtîgehê û Wezareta Tenduristiyê da. Piştî vê serlêdanê Tanhan hat berdan.
Soyalê ji sedî 91 astengdar e jî serbest bû
Emîn Soyalê 78 salî di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê de di 23ê Çiriya Pêşiyê de li Hezexa Şirnexê hatibû girtin. Piştî parêzerên Soyal îtiriz kirin ew jî hat berdan.
Soyalê 78 salî digel dilê wî bi pîlan dişuxule û ji sedî 91 astengdar e bi îdiaya ku “alîkariya rêxistinê kiriye” hatibû girtin û biribûn Girtîgeha Girtî ya Tîpa Mya Êlihê.
(NT/AY)