Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Can Atalay, Çîgden Mater, Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Mucella Yapici û Tayfûn Kahramanê ku ji bir Doza Geziyê 18 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn û Osman Kavalayê bi cezayê miebeta girankirî hatiye cezakirin, mesajeke hevpar weşandiye.
Peyama girtiyan li ser medyaya civakî hatiye parvekirin. Di mesajê de gotine: “An kîndarî û pozbilindî yan jî wê biratî/xwişkî, wekhevî, azadî, demokrasî wê bi ser bikeve. Em ê edaletê, biratî/xwişkiyê, wijdanê, azadiyê û helbet geziyê biparêzin."
Di daxuyaniya hevpar de ev peyam dane:
"Bi milyonan mirovên ku ji 25ê Nîsanê û vir ve dengê xwe tevlî dengên me kirin; li dijî bêedaletiyê, derewên bi dûvik, nenaskirina hiqûqê derketine, hêviya me û hêza me zêdekirin.
"Di serî de ya Dayikên Geziyê yên zarokên xwe bi tundkariya polîsan a zalim ji dest dane, em Roja Dayikan li hemû dayikan û dayikên me yên canê xwe ji dil pîroz dikin…
"Em silavên xwe ji serokomarê beriya vê demê heta ciwanên bi destên xwe poster çêkirin; ji serokên giştî yên partiyên siyasî, heta kesên li ser medyaya civakî îtîrazên xwe tînin ziman; ji xebatkarên çapemeniyê yên ku mijarê tînin rojevê heta rêxistinên girseyî yên demokratîk û odeyên pîşeyî; ji ronakbîr, hunermend heta nivîskaran ji hemû mirovên guh dane re dişînin û spasiya wan dikin.
"Mijar ne em in! Mijara esasî ew e ku gelo wê di asta herî kêm de li welatê me yê xweşik behsa mirovatiyê, wijdan, edalet û hiqûqê bibe yan ne.
"An kîndarî û pozbilindî yan jî wê biratî/xwişkîtî, wekhevî, azadî û demokrasî biser bikeve.
"Em ê edaletê, biratiyê/xwişkîtiyê, wijdanê, azadiyê û helbet Geziyê biparêzin.
(RT/FD)