Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parlamentera Amedê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Semra Guzelê diyar kiriye ku li Girtîgeha Cûreyê Fyê ya Edirneyê, girtiyên dest bi greva birçîbûnê kirîn hatine tecrîdkirin.
Bixwîne - Girtîyan ragihandiye ku ew ê dest bi greva birçîbûnê bikin
Guzelê di pirsnameya xwe de ev agahî dane:
"Têkiliya şeş girtîyên li hicreyên yek-kesane dimînin ji hev hatiye qetandin. Rêvebiriyê dest daniye ser radyoya wan.
"Mafê girtiyan heye ku mehê carekê bi telefonê biaxivin. Ew mafê wan jî ji wan hatiye standin.
"Ew kesên dest bi grevê kirîn divê vîtamîna Byê bistînin. Girtîgehê rê li vê yekê jî girtiye.
133 roj in ku Guven di greva birçîbûnê de ye
Parlamentera Colemêrgê ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) û hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Leyla Guven, 133. roj in ku di greva birçîbûnê de ye. Daxwaza wê "rakirina tecrîda li ser rêberê PKKyê, Abdullah Ocalan" e.
Bixwîne - Hewldana Hemwelatiyan: "Piştgiriya mirinê na lê ya jînê bikin"
Hevseroka DBPyê, Sebahat Tuncel û Parlamentera Colemêrgê, Selma Irmak, ji 15ê Kanûna Paşiyê(meha yekem) ve di greva birçîbûnê ya bê dor û bêsekin de ne.
Li gorî daxuyaniya IHDyê, di girtîgehan de 343 mehkûm di greva birçîbûnê de ne. Li gorî daxuyaniya Denîz Kayayî, 331 girtiyên di 67 girtîgehan de di greva birçîbûnê ya bêdor ûbêsekin de ne.
(AS/MB)