Li Girtîgeha Îdirê ya Tîpa Syê girtiyê bi navê Sînan Kaya ku 28 saliye bi awayekî biguman miriye.
Hatiye diyarkirin ku Kayayî bi îdiaya ku "propagandaya rêxistinê kiriye" hatiye darizandin û 3 sal ceza lê hatibû birîn. Her weha 8 meh berê piştî Dadgeha Bilind Cezayê wî erê kiriye, hatiye girtin.
Hatiye zanîn ku Kayayî di Girtîgeha Îdirê ya Tîpa Syê de bi tena serê xwe di hucreyekê de dima.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê duh bi şev îdareya girtîgehê telefonî malbatê kiriye û gotiye kurê wan xwe kuştiye. Piştî vê malbata Kaya çûye nexweşxaneyê û cenazeya kurê xwe wergirtine û li bajaroka Xoşxeberê defin kirine.
Malbatê li bajarokê şîna Kayayî daniye û diyar kiriye ku ew bawer nakin kurê wan Sînan Kaya xwe kuştibe û ji bo zelalkirina bûyerê bang kirine. (AY)