Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Girtiya trans a vegan Îda Koçakê aşkere kiriye ku ji ber li girtîgehê xwarina vegan nadinê, wê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Koçak li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Sîncana Enqereyê tê girtin û ev heşt roj in greva xwe berdewam dike.
Piştî ku malbata wê çûye girtîgehê û Îda Koçak dîtine, hay jê çêbûye ku wê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Koçakê diyar kiriye ku wê daxwaza xwarinên vegan kiriye lê bi israr xwarinên ne vegan didine wê û li ser vê rewşê ev biryar standiye.
Kampanya ji bo wê dane destpêkirin
Komeleya Pembe Hayatê ji bo rewşa Îda Koçakê peywendî bi rayedarên Girtîgeha Sîncanê re danîne û ji bo piştgiriya bi Koçakê re dest bi kampanyayekê kiriye. Komeleyê li ser hesabên medyaya civakî bi hashtaga #İdayaSesVer (Bibin Dengê Îdayê) mesaj par ve kiriye û xwestiye ku demildest dest ji vê bêhiqûqiyê berdin. (EMK/FD)