Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komisyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Stenbolê Rapora Binpêkirina Mafan a 6 Mehan a Girtîgehên li Herêma Marmarayê îro bi civîneke çapemeniyê bi raya giştî re parve kiriye.
Civîn li avahiya İHDya Stenbolê çêbûye.
Di raporê de daneyên derbarê binpêkirin ku di navbera 1ê Tîrmehê û 31ê Kanûna Pêşiyê (Rêbendan) ya 2018ê de pêk hatine hene. Dane di encama serdanên parêzerên komeleyê û serdana heyetan de hatine bi dest xistin.
Li gorî raporê di nava şeş mehan de girtiyan 643 caran serî li komeleyê dane. Hejmara binpêkirinan jî 2 hezar û 306 e.
Herî zêde meha Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) maf hatine binpêkirin. Hejmara binpêkirina mafan a di vê mehê de 222 ye.
Ji 27 girtîgehan serlêdan çêbûye
Di nava 6 mehan de ji 27 girtîgehan serlêdan çêbûye. Bêhtir ji Girtîgeha Sîlîvriyê, Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2yê ya Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, girtîgehên Duzce, Balikesîr û Bandirmayê.
Nivîsandina raporê di encama daneyên ji van girtîgehan hatine, encam daye:
Girtîgeha Sîlîvriyê, Girtîgeha Tîpa F Hejmar 1 û 2 ya Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê, Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê, Girtîgeha Kirklareliyê, Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê, Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê, Girtîgeha Tîpa T ya Duzce-Çilimliyê, Girtîgeha Tîpa L ya Maltepeyê, Girtîgeha Vekirî ya Edîrneyê, Girtîgeha Tîpa H ya Aydinê, Girtîgeha Tîpa T ya Îzmîtê, Girtîgeha Tîpa K 1 ya Şarkoyê, Girtîgeha Tîpa T 1 ya Bandirmayê, Girtîgeha Îzmîr Menemenê, Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê, Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsa/Nîluferê, Girtîgeha Kirikkaleyê, Girtîgeha Jinan a Tarsûsê, Girtîgeha Tîpa L ya Rîze-Kalkandereyê, Girtîgeha Tîpa M ya Ermenekê, Girtîgeha Tîpa L ya Antalyayê, Girtîgeha Tîpa F ya Dîlokê, Girtîgeha Tîpa T 2 ya Kayserî-Bunyanê. Girtîgeha Alîagayê, Girtîgeha Tîpa T ya Şakranê.
113 girtiyên jin, 1072 jî girtiyên mêr serî li İHDyê dane.
Ji 643 serlêdanan 272 jê derbarê astengkirina mafên tenduristî û dermankirinê de ne. 275 jê derbarê îşkence, derblêdan, gefxwarin û cezayên disîplînê de ne. 62 jê derbarê binpêkirina mafên ragihadinê, 34 jî derbarê binpêkirinên din de ye.
Di raporê de her weha hatiye diyarkirin ku ji bilî Leyla Guven, parlamentera HDPyê ya Colemêrgê, li tevahiya welêt bi giştî 343, li herêma Marmarayê jî 105 kes di greva birçîbûnê ya bêdor û bêdem de ne. (AS/FD)