Fotograf: Özge Elif Kızıl / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Dadê bergiriyên li girtîgehan ên ji bo vîrusa koronaya nû ango Covid-19ê heta 15ê Gulanê dirêj kiriye.
Wezareta Dadê ev biryar li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye. Li gorî vê biryarê hevdîtinên bi parêzeran jî tê de hemû hevdîtin, mafê destûra taybet ê girtiyên li girtîgehên vekirî, xebat û hevdîtinên di navbera girtiyan de, yên ji ber nexweşxane û bi sedema ewlehiyê ne tê de şandina girtiyan ji girtîgehekê ber bi girtîgeheke din heta 15ê Gulanê hatine sekinandin.
Her weha heta heman dîrokê odeyên hevdîtinên bi malbatan re, zarokên tu temenê wan di navbera 0-6ê de ne û li girtîgehan li cem dayikên xwe dimînin wê nikaribin biçin kreş û pêşdibistanan. Ew ê destûrî nedin ku xizm û nasên van zarokan wan ji girtîgehan derxin û bibin malên xwe.
Malbat di rewşên zerûrî de wê bi destûra dozgeriyan bikaribin serdana girtiyan bikin. Dîsa di rewşên mecbûrî de parêzer bi şertê ku maskeyê bidin ber deve xwê û lepikan bixin destên xwe wê bikaribin hevdîtinên girtî pêk bînin.
Abdulhamît Gul, Wezîrê Dadê piştî civîna Lijneya Zanistê di 13ê Adarê de bergiriyên li girtîgehan aşkere kiribû. Ev biryar di 28ê Adarê de ji bo du hefteyan hatibû dirêjkirin. Piştî wê jî biryar hatibû girtin ku heman bergirî heta 30ê Nîsanê berdewam bikin. (HA/FD)