Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistinên civaka sivîl yên li Amedê di civîneke çapemeniyê de bang kirine ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan, Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bidawî bibe û binpêkirina mafên li girtîgehan bi dawî bibe.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê aşkere kiribû û gotibû ku “Di 27ê Nîsana 2020an de cara yekem bû ku mafê bikaranîna telefonê li Girtîgeha Girava Îmraliyê hatiye bikaranîn. Ev axavtina bi 20 deqîqeyan sînordar e ya ku miwekilên me bi malbatên xwe re kir, di dîroka Girtîgeha Îmraliyê de bûye gaveke yekem. Lê ji wê dîrokê û vir ve ti peywendî nebûye.”
Parêzeran gelek caran daxwaza hevdîtinê kirine lê ev daxwaz nehatine qebûlkirin.
Duh (8ê Sibatê) Baroya Amedê, Odeya Doktoran a Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetguzariya Civakî (SES) nûnertiyên li Amedê, Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUAYDER) derbarê greva birçîbûnê ya girtiyan de civîneke çapemeniyê li dar xistine.
Greva birçîbûnê li girtîgehan 74 roj in bi awayekî bidor dewam dike.
Civîn li Avahiya Xizmeta Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê pêk hatiye û li ser navê beşdaran Mîran Gîzem, Hevseroka Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê metna hevbeş xwendiye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Mîran Gîzemê gotiye li 107 girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê di roja 74an de dewam dike û qedexeya hevdîtinê li dijî qanûnên netewî û navnetewî ye:
“Heta îro li 107 girtîgehan 313 çalakvên di greva birçîbûnê de tiştekî dixwazin, ew jî rakirina tecrîda mutleq e. Berpirsiyariya bicihaniya vê daxwazê li ser milê desthilata siyasî ye. Heke daxwaz pêk neyên û di mafê jiyan û tenduristiyê yên girtiyên çalakvan de tiştekî xemgîn bibe, ji vê jî desthilata siyasî berpirsiyar e. Ji ber vî tişthi divê Wezareta Dadê û saziyên peywendîdar demildest bikevin nava liv û tevgerê.”
Saziyan her weha ji bo tecrîda li girtîgehan, binpêkirina mafan ji holê rabin bang li Wezareta Dadê, Wezareta Karûbarên Navxweyî, Wezareta Tenduristiyê, Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoyê, Saziyên Kontrola Dewletê û yên peywendîdar kirine û gotine bila li gorî berpirsiyariyên xwe tevbigerin. (AS/FD)