Bi boneya 11. salvegera Berxwedana Geziyê gelek partî, sazî û kesan daxuyanî dan.
DEM Partî: Em ê bi hevalên xwe yên girtî re cîhana azad ava bikin
"Dengê azadiyê yê 11 sal berê di Berxwedana Geziyê de bilind bû, li kolanan hê jî deng dide. Em kesên li Geziyê di rêya azadî û demokrasiyê de mirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em ê bi hevalên xwe yên ji ber Geziyê girtîne re teqez cîhana azad ava bikin!."
Partiya Kedê: Ceza dê çarenûsa desthilatê neguherîne
Daxuyaniya ku bi îmzeya Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Kedê Selma Gurkanê hatiye belavkirin wiha ye:
“Em Mehmet Ayvalîtaş, Ethem Sarisuluk, Alî Îsmaîl Korkmaz, Ahmet Atakan, Hasan Ferît Gedîk, Abdullah Comert, Medenî Yildirim û Berkîn Elvan ên ku bûne sembolên Berxwedana Geziyê û di encama êrîşên hovane yên saziyên zextkar yên desthilatê de mirine bi rêzdarî bi bîr tînin. Wêrekî û baweriya wan di têkoşîna me ya demokrasiyê de wê rêxweşkerê me be.”
TÎP: Gezî dê bimîne
"Gezî, berxwedana kesên ku dixwazin dar, av, kevir û axa vî welatî biparêzin e û 11 salî ye. Tariya ku her bedewiya welêt diqewirîne û yên ku dixwazin me têxin zindanê wê dê biçin, Gezî wê bimîne!"
Egîtîm Sen: Cezakirina derqanûnî ya ku 11 sal in tê meşandin
“Berxwedana Geziyê 11 salî ye ku êş û hêvî, hêrs û kelecan, hevgirtin û windakirinê di heman demê de bi me dide jiyandan; navê serbilindî û bi biryarbûna mîlyonane ku li dijî zilm, gendeltî, talan û zordarî ye sekinîne.