Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Amerîkayê li eyaletên Boston, New York, Washington DC, Philadelphia, û Baltimoreyê tirên têne şixulandin.
Ji sala 2000ê ve trênên bi navê Acela Expres hene. Ev tirên dikarin di sietê de 240 kîlometreyan jî biçin.
Tirên seferên di navbera Boston û New Yorkê de di 3 siet û 24 deqîqeyan de temam dikin. Li gor van agahiyan ne rast e ku em bibêjin li Amerîkayê “Trênên Bilez” nînin.
Ji bo Tirênên Bilez gelek têgeh hene. Acela Expres li gor hemî têgehan ne Tirêna Bilez e. Bînalî Yildirimê serokwezîr ji ber vê cidayîyê dibêje li Amerîkayê Tirênên Bilez nînin.
Ya rastî li Amerîkayê tevna rêyên hêsinî yên tirênan ne wek rêyên Ewropayê bi pêş ketine. Herweha ji ber ku eyalet ji hev gelek dûr in û balafir gelek têne şixulandin planeka mezin a Amerîkayê ji bo Tirênên Bilez nîne.
Têgeha Tirênên Bilez
Gelek têgehên Tirênên Bilez hene. Li gor Yekîtîya Rêyên Hêsinî ya Navneteweyî Tirênên Bilez ew tirên in ku li ser rêyên hêsinî yên bi cûreyê berê di sietekê de dikarin 200 kîlometreyan biçin, li ser rêyên nû yên hêsinî dikarin di sietekê de 250 kîlometreyan biçin.
Piştî ku Donald Trumpê serokê Amerîkayê eşkere kir ew ê rêyan çêbike. Serokwezîrê Tirkiyeyê gotibû “Li Amerîkayê Tirênên Bilez nînin, li nik me hene.”
Ji bo tu wêneyî mezin bikî bitikîne
Herweha Yildirimî gotibû: “Li Birîtanyayê Tirênên Bilez nînin lê me ew xeyala xwe pêk anî.” Lê ya rastî li Birîtanyayê Tirênên Bilez hene. (ŞP/HK/MB)