Geliyê Xursê yê li Qosara navçeya Mêrdînê bi sûlav, seyrangeh û bi xweşikîyên xwe yên sirûştî va balê dikşîne.
Geliyê Xursê li ser rêya Mêrdîn-Qosarê ye. Heft kîlometreyan ji navenda bajarî dûr e.
Li gelîyî hin welatî rûdinin û guhê xwe didin dengê çûkan û hin welatî jî ji bo hênik bibin xwe diavêjine gola biçûk ya li herêmê.
Ji welatiyan, Mahsum Atay ji AAyê re û got ku li herêmê germahiya hewayê ji 40 pileyî derbas dibe û wiha axivî:
"Ev der ciyekî gelekî xweş e. Em bi hevalên xwe ra ji bo hênik bibin hatin vê derê. Cara ewil e em tên vê derê. Ji vir şûn da em ê her dem bên. Divê her kes vê derê bibîne."
Muhammet Mahmut Kurtayê geştîyar got ku ew ji bo hênik bibin hatin gelî û wiha axivî:
"Hewaya vê derê paqij e û hêşinahî jî zehf e. Hin kes ji bo ditîna vê derê ji bajarên rojava tên. Em dikarin ji bo vê derê bibêjin bihuşta veşartî ya Qosarê ye."
(MB)
Çavkanî: Fatih Gazioğlu | AA