Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de polîsan li Stenbolê bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de girtin.
Di serdegirtinên malan de Hevseroka Giştî ya ESPê Denîz Aktaş û Hevseroka SGDFê Berfîn Polat jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek parve kir.
EHBê da zanîn ku ji bo gelek miwekîlên wan biryara lêgerînê hatiye derxistin. EHBê diyar kir ku ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepeniyê hatiye dayin û hevdîtina parêzeran a bi desteserkiriyan re heta 24 saetan hatiye qedexekirin.
(EMK/AY)