Li Tirkiyeyê piştî dawîkirina pêvajoya çareseriyê, navbera dewletê û hêzên PKKê de şer ji nû ve dest pê kir. Di şerên dawiyê de li navçeya Sûrê ya Amedê derketina derve gelek caran hat qedexekirin ku heta niha di dinyayê de, ti qedexe ev qas demdirêj nebû.
Navçeya Sûrê ciheke dîrokî ye. Çanda gelek netewan hê jî di nav xwe de dihewîne. Lêbelê ji ber şer û qedexeyan ji bilî koçkirin, binpêkirina maf û welatiyên hatin kuştin; li berhemên dîrokî yên li navçeyê jî gelek ziyan hat dayîn. Taxa Hasirliyê ku Amedî jê re dibêjin Xançepek û weke Taxa Gawiran jî tê zanîn, bi temamî hat wêrankirin. Piştre bi biryara Lijneya Wezîran ve dewletê dest danî ser 6 hezar û 300 mal û xaniyan li Sûrê û xist “malê dewletê”.
Li 6 taxan qedexe dewam dike
Qedexe û hilşandina li navçeya dîrokî dewam dewam dike. Qedexeya herî dawî di 2ê Kanûna 2015an de dest pê kir. Piştî qedexeya 103 rojan ji 10ê Adara 2016an de dest bi hilşandina mal û kargehan kirin û ev yek hêjî didome. Li 6 taxên Sûrê kevir li ser kevirê nehiştin. Qaymeqamtiya Sûrê di daxuyaniya xwe ya beriya niha deragihandibû ku li 9 taxên navçeyê (Abdaldede, Alipaşa, Lalebey, Suleyman Nazif ve Ziya Gokalp, Camii Kebir, Camii Nebi, Iskenderpaşa û Melikahmet) hatiye rakirin lê, li 6 taxan (Cevatpaşa, Fatihpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş) qedexe hêjî dewam dike.
Taxa Gawiran êdî nîn e
8 Sermawez 2015
10 Gulan 2016
8 Gulan 2017
21 Avrêl 2017
Herêma Sûrê di sala 1988an de bi temamî weke “bajarê taybet (sît)” hatibû îlankirin.Di Tîrmeha 2015an de Kela Amedê û Baxçeyên Hewselê di ji hêla UNESCOyê ve di lîsteya Berhemên Çanda Dinyayê de hatin nişandan..
Di operasyonan de welatî ji navçeyê hatin derxistin, TSKê bi tank û topan êrişî navçeyê kir û her derî wêran kir. Piştî biryara destdanînê mal û kargehên ku hindik ziyan bûne û an saxlem mane jî hatin hilşandin û zêdetirê navçeyê ji holê hat rakirin. Navçeya Sûrê bi kolan, malên berê, kanî, bezirganiya kevneşopî û bi temamî mîmarsaziya xwe ve di nav ahengê de bû. Di wêneyên ku li herêma lê qedexe heyî de hatiye kişandin, dixwiyê ku taxa Hasirliyê ku welatiyên Amedê jê re dibêjin Xançepek ango weke Taxa Gawur jî tê zanîn, hatiye wêrankirin û bi temamî ji holê hatiye rakirin.
Bi bloken betonan ve rê hatiye girtin
Berhemên dîrokî yên hezar salan ku bo navçeyê sembola kozmopolîtê bû hatine tinekirin. Li taxê tenê Mizgefta Arap Şeyhê me ye. Hawraya Cihûyan, Dêra Ermenên Katolîk û Dêra Surp Giragos ku li Rojhilata Navîn dêra herî mezin bû ji holê hatin rakirin. Welatî ewil ji navçeyê hatin derxistin û niha jî destûr nayê ku vegerin warê xwe. Li devê kolanên lê qedexe heye, bi bloken beton ve hatin girtin û benda polîsan lê hatiye danîn. Bo rojnamegeran jî çûyîna wir hêjî qedexe ye. Ji xwe welatiyên ku ji wir hatine derxistin vegerin jî, ti tiştek nema ye ku biçin ser.
Dest danîn ser %80ê Sûrê û xistin “malê dewletê”
Bi biryara Desteya Wezîran ku di 25ê Adarê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin ve, li Sûrê dewletê dest danî ser 6 hezar û 300 mal û kargehan û bi lezgînî kirin “malê dewletê”.
Li navçeya dîrokê bi temamî nêzî 7 hezar û 742 mal û kargeh hebûn. Bi vî awayî dest danîne ser %80ê navçeyê. Mal û kargehên welatiyan di carek de ji deste wan hat sitendin. Wezareta Derdor û Bajaran li navçeyê Pilansaziya Parastina Îmarê pêk neanî. Mafê jiyanê, mafê perwerdehiyê, mafê tenduristiyê, mafê seyahatkirinê ku mafên mirovan ên gerdûnî ne, li ber çavê hemû dinyayê hatin binpêkirin.
Demokrafî hat guherandin
Yek ji bajarê herî girîn yê jora Mezopotamyayê Amed e. 17 navçeyên Amedê hene. Navçeya herî kevnare û dîrokî ku berhemûn gelek şaristaniyan di nav xwe de dihewîne, Sûr e.
Dîroka sûrên Kela Amedê digihêje 7 hezar salan û navê xwe jî li navçeyê daye. Piştî Benda Çînê, dîwarê herî dirêj û fireh yên ji bo parastinê hatiye çêkirin, Sûrên Kela Amedê ye û di vî warî de xwedî giringiyeke navneteweyî ye.
Li ser sûrên derve û hundir de gelek môtîfên aydî nêzî 30 şaristaniyan hene. Li navçeya ku gelek berhemên olî jî lê heye de, %7ê nifûsa Amedê lê dijî. Di vî warî de 5. mezintirê navçeya Amedê ye.
15 taxên navçeyê yên Abdaldede, Alipaşa, Cami-i Kebir, Cami-i Nebi, Cemal Yılmaz, Cevat Paşa, Dabanoglu, Fatihpaşa, Hasirli, Iskenderpaşa, Lalebey, Melikahmet, Savaş, Suleyman Nazif û Ziya Gokalp di nav sûran de dimînin.
Ji %45ê nifûsa navçeyê li ser 132 hektarê di nav sûran de dijiyan.
Li Amedê dema me nûçe çêdikir, kesên em bi wan re axivîn tiştên li wir pêk hatine yek bi yek ji me re gotin. Ne tenê bûyerên dawî, bi hafizeyeke zindî behsa 1915an dikin. Derbarê Ermenên ji bo tehcirkirinê li cihê ku Kurd jê re dibêjin “zindan” komkirin de li her navçeyên Amedê biranînên cuda hêjî tên vegotin.
Di heman salan de gele Suryan jî bi darê zorê hatin koçkirin û kuştin. Wisa tê texmînkirin ku hejmara kesên kuştî, nêzî 300 hezaran e. Li Amedê di sala 1914an de hejmara gelê Ermen 73 hezar bûye lê, di sala 1918an de 3 hezar mane. Hejmara Suryanan jî ji 100 hezaran ketiye 27 hezaran. Her çiqas di çavkaniyên cuda de rêjeyên cuda were gotin jî, di çavkaniyên Ermen, Kurd û Osmaniyan de baş tê gotin ku beriya sala 1915an %30ê nifûsa Amedê ji Ermen, Keldanî û Suryanan pêk dihata.
Turkay: Xemgiya mezin a Ermenan
Ji bo çêkirina nûçeyê me bi Endamê Desteya Rêveberiyê ya Wexfa Dêra Surp Girogos a Ermenan Gafûr Turkay re li Amedê derbarê bîranînên wî yên li taxa Gawir de axivîn. Wî anî ziman ku tax bi temamî hatiye wêrankirin.
Turkay destnîşan dike ku Amed ji berê ve warê Ermenan bûye û welatiyên Ermen bi zêdeyî li nava sûran de dijayan. Turkay diyar dike k bîranînên wî yê derbarê taxa Gawir de ji demên gelek berê ve destpê dike.
Li gorî Turkay heta sala 1915an welatiyên li nav sûran de dijîyan %60ê Xirîstiyan, %40 jî Misilman bûne û got: “Em dizanin ku zêdeyî wan Xirîstiyanan jî Ermen bûne.”
Turkay dibêje taxa ku weke Gawir tê zanîn bi Ermenan, bi mîmarsaziya Ermenan ve tê
“Demên berê, Ermenên ku bi huner, mîmarsazî, xwarin û muzîka xwe tê naskirin li vir dijiyan. Milet heta êvarê dixebitîn. Êvarê jî sifra xwe radixistin û tembûra hildidan destê xwe. Mînak Samî Hazinses, Bedriye Aysel û Coşkun Sabah li wê taxê ji dayîk bûne.”
Turkay dawiyê de derbarê bûyerên li Sûrê di axive:
“Dibe ku ez hingî zêde dibêjim lê, derbarê Ermenan de ti tiştek nehiştine. Berê digotin ku Gawir çûne lê taxa wan maye; niha êdî tax jî nîn e. Mixabin ew berhemên ku motîfên wan rojan li ser neqişkirîbû yek bi yek hatin wêrankirin.
“Berê dema hûn ji Mînareya Çarling bi xarê ve diçûn, kolanê navdar derdiket pêşiya we. Kolanên ku jê re digotin “kuçe” ku wesayît gelek zor tê re derbas dibû. Niha balfir dikare peyayê wir bibe. Yanê hemû berhem û ahenga dîrokî li wir hat wêrankirin. Ya rastî em niha gêj bûne. Ez weke welatiyeke li Amedê dijîm, kerr û gêj bûme. Yên hat kirin, ji bo Ermenan xemgîniyeke mezin bû. Qet tiştek nebibe jî, êdî kolana Migirdi. Margosyan nîn e, mal û taxa wî nîn e. Taxa Gawir mixabin hat wêrankirin.”
Dayîka Makbûle: Ji xeynî Sûrê ez nikarim li ti cihê bijîm
Dayîka Makbûle, li taxa Hasirliyê dijiya û piştre Sûrê terk nekiriye û niha li taxeke din dijî. Me guhdarê Dayîka Makbûle kir. Lawelaw dike û behsa wêrankirina taxa xwe dike. Dayîk bi çavên girî dibêje mala wî bi temamî anîne xarê, ew nikare ji xeynî Sûrê li ti cihekê bijî.
“Min zarokê xwe xapand û ji wan re got ku fîlm tê kişandin”
Dema em li taxên Sûrê digerin ji paceya malekê de dengek bilin dibe; “Mala me jî xera kirin.” Em kameraya xwe dizvirînin wir. Bav behsa tiştên bi serê wan de hatiye dike û keça wî ya piçûk jî guhdarê bavê xwe dike. Bav dibêje ku ew li gel hevser, zarok, dê û bavê xwe ve, li taxa Hasiriliyê di jêrzemînekê de 4 mehan tî û birçî, her roj di bin siya mirinê de jiyane. Wê demê ji zarokên wî netirsin, wan re gotiye kul i taxê fîlm tê kişandin. Zarok piştî ji jêrzemînê derdikevin rastiyê dibînin.
Li kûçeyeke din, kalekî tê cem me û li ser piya behsa halê xwe dike. Ji ber mala wî ya sêqat hatiye hilşandin pereyeke hindik danê de. Lê wî ji mala xwe ti tiştek nikaribûye hilde. Bi xemgînî dibêje ku weke mala wî, taxê bi temamî wêran kirine û hêdî hêdî di nav kûçeyên piçûk de dimeşe diçe.
Bi lezgînî xistina “malê dewletê” Desteya Wezîran biryar da ku li navçeya Sûrê 16, li Yenişehirê jî 2 bi temamî 18 tax bi lezgînî bibe “malê dewletê”. Biryar di 25ê Adara 2016an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Baroya Amedê ji bo pêkanîna wê biryarê were sekinandin û piştre were betalkirin serî 6. Daîreya Dadgeha Şêwirê da, lê daxwaza baroyê hat redkirin. Li ser vê yekê baroyê bi hinceta biryar bêhiqûqî ye serî li dadgeha bilind dabû. Taxên ku dewletê dest danîne ser wiha ne: Abdaldede, Alipaşa, Cemal Yilmaz, Camii Kebir, Cevatpaşa, Dabanoglu, Hasirli (Gawir), Inonu, Iskenderpaşa, Lalebey, Malikahmet, Ozdemir, Suleyman Gazi, Savaş, Şemhane, Ziya Gokalp, Koşkler û Yenişehir" *Hûn dikarin li ser vê linke li nimareya parsêlên taxên ku dest danîne ser de bibinin. |
(OA-ZK/NU/HK)
***
ROJNAMEGERÊN BÊKAR Lİ PEY NÛÇEYA XWE NE
1- Her çi qas ew “karên nû” dikin jî, ew rojnameger in
2- Di OHALê de rojnamegerî qedexe ye
3- Almanya: Li Dîasporayê Jenerayona Nû / Veqetîn
4- Almanya: Koçberiya Piştî Bêhntengîyê
5- Rêxistina 'Keça Ereb Ji Pacê Temaşe Dike" û Rizgarbûna Ji Erebbûnê
6- Çawa Dixebitin/Betal Dimînin; Sivikkirina Helwesta Hişk
7- Ji Bo Ferqmeyîliya li ser wan Dawî Bibe, Bi Rengspiyan Re Dizewicin
8- Pirsgirêkên Navendên Rehabilîtasyona Taybet: Mînaka Çewlikê
9- Du Rêveber Li Ser Pêkanîna "Ji bo Kêmendaman Piştgiriya Perwerdehiyê" Nîqaş Dikin
10- Xwendekar û Weliyên Çewlikî Diaxivin
11- Kesên Kêmendam Bi Sîstema Elimandinê Ve Dikarin Perwerde Bibin
12- “Gawirên wir” çûbûn tenê tax mabûn, lê taxan jî bi temamî ji holê rakirin
13- Midirgiç Margosyan behsa kolan û derdorê sûran kirin
* Projeya Rojnamegerên Bêkar Li Du Nûçeyên Xwe Ne, bi piştevaniya fînansî ya Programa Matra-Mafên Mirovan a Serkonsulxaneya Hollandayê ya pêk hat.