Ev transfer di dîroka Stuttgartê de wekî transfera herî biha hat tomarkirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê futbolîstê navdar ê Rihayî Denîz Undavê 28 salî, serkeftineke mezin bi dest xist û bi bihayeke rekorê derbasî kluba Stuttgartê bû.
Denîz Undav ku di van demên dawî de, bi jîrbûna xwe bal kişand ser xwe, bi 30 mîlyon Euroyî tansferî Stuttgartê bû.
Denîz Undav di dema Euro 2024an de gotibû “Ez Kurd im” û Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê red kiribû.
Futbolîstê Kurd paşê teklîfa Tîma Neteweyî ya Almanyayê qebûl kiribû û ji wê re lîstibû.