Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Florence Parly, Wezîra Berevaniyê ya Fransayê, biryara vegera ji Sûriyeyê ya leşkerên DYAyê nirxandiye.
Parly gotiye ku Fransa wê leşkerên xwe ji Sûriyeyê venegerîne.
Fransa yek ji wan welatan e ku di nava hevpeymana li dijî DAIŞê de cih digire. Hevpeyman bi serpereştiriya DYAyê sala 2014ê hatibû avakirin. Ji rojava welatên weke Ingîltere, Kanada, Belçîka, Danîmarka, Norvêç, Avûstralya û ji erdnîgariya erebî jî welatên weke Erebistana Siûdiyê, Bahreyn, Qeter, Kuwêt, Mirnişînên Erebî û Behreyn di nava hevpeymanê de cih digirin.
Parly diyar kiriye ku “ji ber DAIŞ hîna ji nehatiye qedandin û koka wê nehatiye birîn” ew leşkerên xwe venagerînin.
Loiseau: Berdewamkirina di şerî de girîng e
Nathalie Loiseau, Wezîra Dewletê ya Fransayê jî hin nirxandin derbarê mijarê de kiriye û wiha gotiye:
“Digel daxuyaniyên Trumpî Fransa wê têkoşîna li dijî terorê ya li Sûriyeyê berdewam bike.
“Têkoşîna li dijterorê wê demeke dirêj berdewam bike. Berdewamkirina di şerî de girîng e”.
Tobias Ellwood, Wezîrê Berevaniyê yê Ingiltereyê jî ji bo daxuyaniya Trumpî ya gotibû, “Me DAIŞ têk bir, êdî dema vegera malê ye” wiha bersiv dabû: “Em bi tundî li hemberî gotina Trumpî derdikein ku gotiye, ‘DAIŞ têk çûye’.” (HK/FD)