Fotograf: Ali İhsan Öztürk - Van
Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Heyvgirtina qismî duh bi şev (7ê Tebaxa 2017yê) pêk hat. Heyvgirtina parçedar ango qismî saet di 20.23yê de destpê kir û di 22.18yê de pediya û li her deverên Tirkiyeyê hat dîtin. Di dema ku heyv çardeşevî ye beşek jê dikeve siya qûçê ya dinyayê û bi vî awayî hevygirtin çê dibe û jê re heyvgirtina qismî yan jî parçedar tê gotin.
Hevygirtin di wê encamê de çê dibe ku Heyv dikeve bin siya Dinyayê û ronahiya ku ji Rojê distîne winda dibe. Heke ku hemû Heyv têkeve bin siya Dinyayê wê gavê girtina tam jê re tê gotin. Heyvgirtiana tam herî dawi di 28ê Îlona 2015yê de çêbûbû. Girtina tam careke din wê di 27ê Tîrmeha 2018yê de pêk bê.
Heyvgirtin di salê de piranî du caran çêdibe. Di hin rewşên taybet de heyvgirtin an qet pêk nayê yan jî salê sê caran çêdibe.
Heyvgirtina qismî ji bo wênekêşan dîmenên xweşik derdixe holê. Nûçegîhanên Ajansa Anadoluyê li herêmên cuda cuda fotogarfên heyvgirtina qismî girtin. Vaye beşek ji wan fotografan:
Ali İhsan Öztürk - Van
İbrahim Yozoğlu - Sakarya
İbrahim Yozoğlu - Sakarya
Soner Kılınç - Uşak
Özkan Bilgin - Van
Yasin Aras - İstanbul
Berk Özkan - İstanbul
(HK/FD)