Edîtorîya flashhilatê aşkere kiriye ku ji ber talûkeyên vîrusa koronayê çêkirine, wan hejmara 15an bi awayekî e-fanzîn derxistiye û piştî rojên bi koronayê bi dawî bibin ew ê dîsa hejmaran çap bikin û hin nusxeyên wan li bankên parkên Riha, Dîyarbekir û Mêrdînê deynin.
Di hejmara 15an ya flashhilatê de, Erol Şaybak bi ‘’Dema Bircên Diyarbekirê Koç Kirin’’ behsa çîrokeke ‘’bi çavê serê xwe dîtiye û bi lensa kameraya xwe qeyd kiriye’’ dike.
Ivor Prickett yê bi fotografekî xwe yê ji Hesekê bûye berbijarê Xelata World Press Contest ya 2020an pirsên fanzînê yên ser wî fotografî dibersivîne.
Ferit Fikret, bi wêneyên Yousuf Karsh serborîyeke wî wênekarî û Serokwezîrê Brîtanya Winston Churchill dinivîse.
Li bergên pêş û paş yên fanzînê wêneyên Arina Voronova hene ku wê bo hevkarîya dijî vîrusa korona ji New York ya Amerîka berhemên xwe şandine.
Hêjayî bîrxistinê ye, flashhilatê, di Cotmeha 2019an de jî jiber şerê hêzên Kurdan û Tirkan hejmara 9an bi navê ‘’flashava’’ derxistibû.
Hûn dikarin hejmara dawî ya flashhilatê ji www.flashhilat.com deynin komputer û telefonên xwe. (FD)
flashhilatê hejmara Nîsanê bi navê ''coronahilat'' derxistiye
Fanzîna fotografîyê flashhilatê, hejmara Nîsanê jiber vîrusa korona bi navê ‘’coronahilat’’ derxistiye.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.