flashhilat, fanzîna ku ji fotografîyê dinizile, hejmara 11an rengîn derxist. Edîtorîya flashhilatê radigihîne ku fanzîna wan wê êdî her meh rengîn derkeve.
Di hejmara Berfanbarê de;
Pinar Yildiz bi "Çarçoveyên Dîwarên Bêdeng" hevokan dibe ser fotografekî Şêx Seîd,
Ayetullah Badikî behsa hîkayeta "Dara Melhesen" a li Mûşê dike,
Ferhadê Mihemed bi "Darhespê Min" fotografekî ji zarokatîya xwe raber dike,
Adar Cayş bi fotografekî ji Silopyayê çend risteyan di "Şewqa Xwezayê" de dicivîne,
Meki Akdağ bi gotinên dijî payîzê û bi bibîranîna generalê wê dide zanîn ku ew demsal "Demsala Derewan" e,
Aynur Çile bi "Pistepista Şevê" qala kêlîyeke fotografekî dike.
flashhilat fanzînê di hejmara 11an de bi Moises Saman re kurtehevpeyvînek kiriye. Fotografên Moises Saman ên ser koçberîya Kurdên Sûrîyê meha borî di Kovara TIME de derketibûn û yek ji wan bûbû fotografê bergê.
Berzê, bi fotografekî li Oxfordê hatiye girtin, balê dikişîne ser fotografê Moises Saman û koçberîyê.
Di berga paşî ya flashhilatê de bi navê "Şirîkên Avê" fotografekî Rêbîn Ozmen heye.
flashhilat bi edîtorîya Omer Faruk Baran her meh derdikeve.
(MB)